Cenazeyê Qereçox û Xebat ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin

Cenazeyê şervanê YPG’ê yê Fransî Şahîn Qereçox û Elî Xebat bi tevlîbûna sedan welatiyên Dêrik û Girkê Legê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin.

Şervanê YPG'ê Elî Xebat yê ji Hewlêrê li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo dema bi erka xwe radibû, di qezayeke trafîkê de şehîd bû. Îro bi merasîmekê cenazeyê wî û şervanê YPG’ê yê Fransî Şahîn Qereçox derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.

Li deriyê Sêmalka malbata şehîd Elî Xebat ya ji başûrê Kurdistanê hatî beşdarî merasîmê bû. Bi sedan şervanên YPG’ê û hêzên enternasyonalîst merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştî ku merasîma leşkerî bi dawî bû, hevalên şehîd Qereçox, Baran Qereçox û Ciwan axivîn û soza dewamkirina rêya şehîdan da. Di axaftinan de hate gotin ku şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye û ji bo hemû gelên herêmê têkoşînê dike.

Li aliyekî din jî fermandarê YPG`ê Elî Dêrik axivî û got lehengiya ku şehîdan pêk anî û serkeftinên ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya şehîdan pêk hatine. Dêrik wiha got: "Şehîd rêberên gelan in, ne ji wan bûya em nedigihîştin merheleyên dîrokî."

Dêrik her wiha destnîşan kir ku şehîd Elî Xebat yek ji kesên destpêkê ye ku dema DAIŞ kete Zaxo û Şengalê, bersiva hawarê da, tu car gavek paşde neavêt heta ku gihaşt asta şehadetê.

Li ser navê TEV-DEM`ê Horî Ebdillah sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha pê de çû: "Ji ber hezkirina şehîd Şahîn Qereçox û şehîd Elî Xebat ji şoreşa Rojava re, berê xwe dan Bakurê Sûriyeyê û parastina nirxên mirovahiyê kirin. Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê yekbûna gelan pêk anî."

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin. Nasnameya şehîd Şahîn radestî hevalên wî kirin û ya şehîd Elî Xebat radestî bavê wî kirin. Bavê şehîd Elî Xebat got ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.

Bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan her du şehîd derbasî deriyê Sêmalka yê başûrê Kurdistanê hate kirin.