Cenazeyê Ortakaya ji bo otopsiyê şandin Rihayê

Cenazeyê Ortakaya ji bo otopsiyê şandin Rihayê

Cenazeyê Kader Ortakaya ku ji aliyê leşkeran ve hate qetikirin, ji Nexweşxaneya Pirsûsê hat girtin û ji bo otopsiyê rêkirin Rihayê.

Kader Ortakaya ku ev 25 roj e li sînor nobet digirt, duh ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin û cenazeyê wê ji bo otopsiyê ji Pirsûsê şandin Rihayê. Malbata wê ku agahiya mirina wê girtin duh hatin Pirsûsê. Cenazeyê Ortakaya ji deriyê Sînor ê Murşît Pinarê ji aliyê malbat û parlamenterên HDP’î ve hate girtin û birin nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Di saetên sibê de heval, malbat, parlamenterên HDP’ê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan li baxçeyê nexweşxaneyê hatin cem hev. Girseyê  pankart vekirin û dirûşm berzkirin.

YPJ WÊ TOLA HEVALA ME BIGIRE

Di dema girse li benda kar û barê dozger bû Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî têkoşîna li sînor silav kir û got: “Em siyaseta qirêj a Erdogan careke din şermezar dikin. Bila êdî bizanin ku sebra gelê Kurd nemaye. YPJ wê tola hevala xwe ya Kader bigire.

KOBANIYÎ JI BO ORTAKAYA KETIN RÊYAN

Piştî kar û barên li nexweşxaneyê, tabuta Ortakaya jinan hilda, li vir deqeyek rêz hat girtin û konvoya cenaze ket rê. Bi hezaran kesî cenaze bi dirûşman pêşwazî kir. Piştî kar û barên otopsiyê wê cenazeyê Ortakaya bişînin Stenbolê.