Cenazeyê Necmettîn Fendîk ê ku polîsan qetilkir wê sibehê bê veşartin
Cenazeyê Necmettîn Fedîk ê li Geverê di serdegirtina malê de bi guleya polîsan hate qetilkirin, wê sibehê bê veşartin.
Cenazeyê Necmettîn Fedîk ê li Geverê di serdegirtina malê de bi guleya polîsan hate qetilkirin, wê sibehê bê veşartin.
Îro danê sibehê polîsan li Taxa Gongor a Gever a Colemêrgê bi ser malekê de girtin û di serdegirtinê de Necmettîn Fendîk qetilkiribû. Wê sibehê zû cenazeyê Fendîk bê veşartin. Cenazeyê Fendîk ê ku bi giranî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê şandibûn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê. Piştî karên otopsiyê cenaze dubare anîn navçeyê.
Cenazeyê Fendîk li Mizgefta Taxa Kişlayê tê rawestandin û wê sibehê zû li goristana li Taxa Ormanê ye bê veşartin.