Cenazeyê Mîtap şandin Kirklarelî

Cenazeyê Mîtap şandin Kirklarelî

Cenazeyê Nasûh Mîtap yek ji damezrînerên Dev-Yolê, ji warê wî Kirklareliyê hat şandin.

Ji damezrînerê Dev-Yolê Nasûh Mîtap ê sal û nîvek bû li hemberî kansera Mîdeyê li ber xwe dida û di 3'ê Mijdarê de li Nexweşxaneya Gazîosmanpaşa ya Taybet a lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Meydana Cûmhûriyetê ya Gazîosmanpaşa ji bo wî merasîmek cenaze hat lidarxistin.

Di merasîmê de Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Alîkarê Serokê Giştî yê Halkevlerî Samût Karabûlût, Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn û Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû amade bûn.

Di merasîmê de pankartên bi nivîsa "Soz ji te re em ê di Rêya Şoreşgerî de heta dawiyê ji bo rizgariyê şer bikin" û "Devrîmcî Yol-Rêya Şoreşger" hatin vekirin û dirûşmên "Me soz dan Nasûh wê şoreş pêk were", "Nasûh Mîtap rûmeta me ye" hatin qîrîn. Girseya gel ji ber nexweşxaneyê heta Meydana Cûmhûriyetê meşiya.

Hevalê Mîtap Akin Dîlek li vir axaftineke kurt kir û got, "Di vê têkoşîna ku me ji sala 1966'an û pê ve dest bi meşandina wê kir, li gel Nasûh me gelek hevalên xwe şehîd dan. Baweriya me ya bi têkoşîna şoreşgerî û gelên me yên Tirkiyeyê dewam dike."

Cenazeyê Mîtap piştî merasîmê, ji bo were veşartin ji warê wî Kirklareliyê hat şandin.