Cenazeyê Mehmet Aksoy wê li Londrayê were veşartin
Cenazeyê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) yê YPG’yî yê ku li Reqayê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, wê di 10’ê Mijdarê de roja Înê bi merasîmekê li goristana ku Karl Marx lê ye were veşartin.
Cenazeyê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) yê YPG’yî yê ku li Reqayê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, wê di 10’ê Mijdarê de roja Înê bi merasîmekê li goristana ku Karl Marx lê ye were veşartin.
Rojnamevan Mehmet Aksoy ê ku di yekîneya ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de kar dikir, di 26’ê Îlonê de li Reqayê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû.
Darbesta Aksoy di 25’ê Cotmehê de gihiştibû Londrayê û li Balafirgeha Heathrow ji aliyê sedan kesî ve hatibû pêşwazîkirin. Cenaze wê roja 10’ê Mijdarê piştî merasîma ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Harîngeyê, wê li Goristana Highgate were veşartin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve hatî kirin de bang li Kurdistanî û dostên wan yên li Îngiltereyê dijîn hate kirin ku beşdarî merasîmê bibin.
Merasîm::
10’ê Mijdar 2017- Roja Înê
Saet: 09.30
Cih: Kurdish Community Centre
11 Portland Gardens
Harringay-London
N4 1HU
Piştî merasîma li KCC’ê, wê bi awayekî girseyî di saet 11:30’an heta Goristana Highgate (Swain's Ln, Highgate, London N6 6PJ meş were lidarxistin.