Cenazeyê Halîs Ernarîncî şandin Wanê

Cenazeyê Halîs Ernarîncî şandin Wanê

Hevserokê BDP’a Mêrsînê Halîs Ernarîncî (57) ku li nexweşxaneya tedawî ditît jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma cenazaya ku Hevserokê BDP’ê Selahatîn Demîrtaş, parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu û bi hezarna kes tevli bûn, cenaze şandin cihê ji dayik bûye, Wanê. Ernarîncî sibê li Wanê bi merasîmekê dê bên definkirin.

Ji bo Ernarîncî li Mersînê merasîmek hat organîzekirin.  Piştî agahiyê amadekariyên merasîmê hatin kirin û cadeya ku lê merasîm pêk dihat li trafîkê hat girtin.  Bi hezaran welatî tevli merasîmê bûn û kepenk jî girtin.

Cenazaya Ernarîncî bi konvoyekê ji Edeneyê anîn û  birin navçeya Toroslar a Mêrsînê, mizgefta Nur.

Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, parlamneter Ertugrul Kurkçu û gelek kes tevli bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Serokê BDPa navçeyê M.Îhsan Taş  diyar kir ku ew gelek xemgînin.

Kurkçu jî da zanîn ku bila serê hemû gelê kurd sax be û got ew vê mirinê qebûl nakin, dê her tim bi me re bijî.

Demîrtaş jî mafê axaftinê girt û ji gelê kurd, malbata Ernarîncî û xizmên wî re sersaxî xwest.

Piştî axaftinan cenazeya Ernarîncî şandin Wanê û sibê dê li Wanê bê definkirin.