Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Uçkun şandin Mûşê

Cenazeyê Denîz Uçkun (Botan Canfeda) ê HPG'ê yê li navçeya Sultanbeyliyê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest da şandin Mûşê.

Cenazeyê Denîz Uçkun (Botan Canfeda) ê HPG'yî yê li navçeya Sultanbeyliyê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest da şandin Mûşê.

Cenazeyê Denîz Uçkun (Botan Canfeda) ê HPG'yî yê li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê di çalakiya bombeyî ya li dijî Navenda Polîsan Fatîhê de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Cenazeya Uçkun saet di 14.45'an de bi balafirê ve ber bi Mûşê derket rê. Li gorî agahiyan canezeyê Uçkun THY'ê bi hinceta "ewlehiyê" nexwestiye qabûl bike û di encama hevdîtinan de hebûl kiriye.

Cenazeyên Erdal Yildiz (Erdal Nûda) û Burak Bagakan (Harun Raman) ên HPG'î ji aliyê malbatan ve hatibûn wergirtin û ji bo bên definkirin ber bi bajarên xwe ve derketin rê.