Cenazeyê Derwêş Evdî hate veşartin-HAT NÛKIRIN

Cenazeyê çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî yê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Şengalê hat veşartin.

Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşî avahiya Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanên derdorê kirîbû. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Salih Naso şehîd bû û di nav de rojnamevanek bi giştî 7 kes birîndar bûn. Ji birîndaran çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî ku li nexweşxaneyê bajarê Mûsilê dihat dermankirin, îro şehîd bû. Cenazeyê Îbrahîm Derwêş Evdî di saetên şevê de gehişt mala wî ya li Geliyê Kersê.

Cenaze ji Geliyê Kersê bi karwanakî wesayîtan ber bi Goristana Şêbl Qasim a li Çiyayê Şengalê hate birêkirin. Cenaza ji aliyê hezaran xelkê herêmê ve bi dirûşmeyan hate veşartin.

Ji bo serdanên sersaxiyê konê şînê li ber mala şehîd hat danîn.

MECLÎSA XWESERIYÊ PEYAMA SERSAXIYÊ DA MALBATÊ

Meclîsa Xweser a Şengalê ku ji malbata Îbrahîm Derwêş Evdî re peyama sersaxiyê da ragihand ku ewê di rêya şehîdan de heta avakirina Şengaleke xweser û azad têbikoşin.

Di daxuyaniya Meclisa Xweser de ku hat diyarkirin Îbrahîm Derwêş Evdî di saziyên Şengalê de xwedî ked û xebateke mezin bû, wiha hat gotin: “Weke welatparêzekî giranbuha hewl dida ku hemû erkên xwe bi awayekî serketî bi cih bîne. Em weke Meclîsa Xweser a Şengalê careke din destnîşan dikin ku ji bo avakirina Şengaleke xweser û azad ku xeyala herî mezin a şehîdên me ye, em ê têkoşîneke bê dawî bidin. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji gelê xwe û malbata hêja ya hevalê Îbrahîm re dixwazin. Şehîdên me yên nemir wê her tim bi me re bijîn.”