Cenazeyê dayika Leyla Guven hate veşartin

Cenazeyê dayika Leyla Guven, Cevriye Guven, li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate veşartin. 

Dayika Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Cevriye Guven danê vê sibê çûbû ser dilovaniya xwe.

Dayika Guven a 94 salî îro piştî wecîbeyên olî li gundê Yaprakli yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate veşartin. Li gel xizm û malbata Guven, serokwekîla koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan û parlamenterên HDP'ê Şevîn Coşkûn, Mehmet Ruştu Tiryakî, Huseyîn Kaçmaz û gelek rêveberên HDP'ê tevlî merasîmê bûn.

'DIVÊ EM WISA BIKIN KU ÇALAKÎ BIGIHIJE ENCAMÊ'

Kûrtûlan piştî ku cenazeyê dayika Guven hate veşartin, axivî. Kûrtûlan bi bîr xist ku beriya niha jî dema Leyla Guven di girtîgehê de bû bavê wê çûye ser dilovaniya xwe û Guven nekariye tevlî merasîma veşartina bavê xwe bibe. Kûrtûlan got, "Îro jî dayika hevala me Leylayê wefat kir. Niha hevala me Leyla, ne li ba me ye. Lê belê Dayika Cevriye ji bo hevalên li zindanan hemûyan hêvîdar bû. Hêvîdar bû ku agahiya berdana keça xwe û hevalên wê bigire. Lê mixabin bêyî vê agahiyê bigire çû ser dilovaniya xwe. Hevala me Leyla ji bo tevahiya civakê ketiye greva birçîbûnê. Divê daxwaza hevala me Leyla demildest pêk bê. Daxwaza dayika me bû ku êdî civak bigihije aramiyê. Ji xwe armanca hevala me Leyla jî ev e. Em hêvîdar in ku di demeke kurt de bigihê encamê."

Wê ji bo dayika Guven konê sersaxiyê heta 3 rojan bê danîn û sersaxî bên qebûlkirin.