Cenazeyê 5 şervanên HRE’yê bi girseyî hatin veşartin

Cenazeyê şervanên HRE’yê Zeîm Reşo, Şiyar Silêman, Abdulah Îsa, Mihemed Hisên û Mistefa Mistefa yên 20’ê Mijdarê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin.

Cenazeyê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Zeim Reşo (Xelîl Cindirêsê), Şiyar Silêman (Çayan Efrîn), Abdullah Îsa (Brûsk Efrînê), Mihemed Hisên (Dilsozê Şêrawa), Mistefa Mistefa (Baran Efrîn) ên ku 20’ê Mijdarê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin. Bi hezaran şêniyên Kantona Şehba û Efrinê tev li merasîm veşartinê bûn. Di merasimê de wêneyan şehîdan hatin hildan.

Gireya gel cenazeyê şehîdan li ser milan heta Goristana Şehîdên Serdemê ya li Ehrezê birin. Li goristanê, endama Meclîsa Malbata Şehîdan Xedîce Îbo sersaxiya malbatên şehîdan xwest û wiha got: "Dagirkeriya Tirk hewl dide vîna gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê têk bibe. Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe de ji Şehba bigire heta bi Dêrikê de dewam dike, di êrîşan de binesaziya herêmê hedef digire."

Xedîce bal kişan bi ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya bi ser Kampa Holê û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker komkujiyên din li dijî sivîlan pêk bîne. Bi êrîşa li ser Kampa Holê jî dixwaze çeteyên DAÎŞ’ê derxîne û zindî bike.

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Sibhî El Ehmed axivî û got: "Şehîdan di oxira parastina herêmê û xaka pîroz de giyanê xwe dan. Dewleta Tirk a dagirker, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û etnîkên wê hedef digire."

Ehmed, bang li tevahî pêkhateyan kir ku berxwedan û têkoşînê li hemer dagirkeriya Tirk bilind bikin û li dora QSD′ê bicivin.

Piştî axaftinan Endamên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê Avdar Elo û Şêrîn Silêman, wesîqeyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Merasîm bi silavkirina şehîdan û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.