Cenazeya Onen ji bo otopsiyê şandin Meletiyê

Cenazeya Onen ji bo otopsiyê şandin Meletiyê

Cenazeyê endama HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) ku di 3'ê Gulanê 2011'an de di pevçûnê de jiyanê xwe ji dest da ji bo rapora atopsiyê bigire şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.

Cenazeya endama HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) ku di 3'ê Gulana 2011'an de li gundê Qizilmecîda navçeya Pulumura Dêrsimê, di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat wergirti nû birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Dozgeriyê piştî otopsî kir, cenazeyê Onen ji bo raporê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatê li gel dozger cenaze teşhîs kir. Piştî teşhîskirinê dozger îfadeya malbatê girt. Piştî karê fermî cenaze li ambulansê kir û şandin Meletiyê. Li gel cenaze malbata endama HPG'ê Onen Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê MEYA-DER'ê jî cih girtin. Balkêş bû ku cenazeyê Onen ê 2 sal berê jiyana xwe ji dest dabû, hêj wekî xwe bû tişt pê nehatibû.

Li bendê ye ku sibê cenazeyê Onen piştî rapora Saziya Tipa Edlî bidin malbatê. Malbat piştî cenaze wergire dê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê defin bikin.