Cenazeya gerîlaya HPG’ê Hamdiye Onen hat dîtin

Cenazeya gerîlaya HPG’ê Hamdiye Onen hat dîtin

Cenazeya gerîlaya HPG’ê Hamdiye Onen (Nuda Karker) ya li navçeya Pulur a Dêrsîmê li çoltera gundê Kizilmecît di 3’ê Gulana 2011’an de  di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbata wê ve hat dîtin.

Li ser agahiyên gerîlayê HPG’ê yê ku di heman pevçûnê de dîl hatibû girtin malbata Onen, îro cenazeya keça xwe li Zozanên Bagir ya Pulurê cihên ku hatibû definkirin dîtin. Cenazeya gerîlayê ji cihên ku hatibû definkirin hat girtin û birin Komê çareserî û rizgariya demokratîk.

Cenazeya Onen ji vir bi konvoyeke mezin birin Navenda Dêrsîmê. Cenazeya Onen destpêkê bikin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê. Piştre cenazeya Onen ji aliyê sedan kesî ve ku di nava wan de Parlamentera Amedê Nursel Aydogan, şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn û nûnerên BDP’ê jî hebû bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Bendewariya li ber nexweşxaneyê didome û her wiha bendewariya ji bo hatina serdozgerê Komarê yê Dêrsîmê didome.