Cemiyeta Rojnamevanên Azad ji bo Ozgur Gundemê bang kir

Cemiyeta Rojnamevanên Azad, li dijî girtina rojnameya Ozgur Gundemê, wê îro saet di 17:00 de li ber avahiya rojnameyê ya hatiye mohrkirin daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad li dijî girtina rojnameya Ozgur Gundemê, wê îro saet di 17:00 de li ber avahiya rojnameyê ya hatiye mohrkirin daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Di daxuyaniya rojnameyê de bang li rêxistinên pîşeya çapemeniyê û raya giştî hat kirin, ku di dema daxuyaniyê de li ber avahiya rojnameyê bin û piştgiriyê bidin rojnameyê.

Di daxuyaniya cemiyetê de hat gotin, "Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve di çarçoveya Rewşa Awarte û Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnê de bi dehan saziyên çapemenî-weşanê hatine desteserkirin û rojnamevan hatine binçavkirin, girtin. Piştî hewldana darbeyê, bi gotina 'demokrasiyê' welat ber bi rewşeke xitimandî ve hatiye birin. Herî dawî, 8. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê da.

Desthilatdariya AKP'ê ya timî qala azadiya çapemeniyê dike, bi rengekî nehiqûqî xwest, dengê rojnameya Ozgur Gundemê bibire. Piştî serdestina polîsan a li hemberî rojnameyê, 24 kes bi lêdanê hatine binçavkirin, ku di nav de mirovên ji bo piştgiriyê li avahiyê bûn jî, hene. Avahiya rojnameyê bi awayekî nehiqûqî hatiye mohrkirin.

Rojnameya Ozgur Gundemê, ku ji destpêka weşana xwe û vir ve timî bûye hedefa desthilatdaran, di vê demê de jî bûye hedefa desthilatdariya AKP'ê. Di salên 90'î de nûçegihan û nivîskarên wê hatin qetilkirin, avahiyên wê hatin bombekirin, hat sansurkirin û girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê, li hemberî van hemû êrîş û zextan serî netewand, mîrateya Gûrbetelî Ersoz, Mûsa Anter ji gelê Kurd û gelan re hiştin, bi şiyara 'Rastî wê di nava tarîtiyê de nemîne' bû dengê gelan û weşana xwe dewam kir.

Rojnameya Ozgur Gundemê, ji roja ava bûye û heta niha, karê xwe di bin zext û zordariyê de meşand. Di demên herî zehmet de jî navber neda xebatên xwe. Xwendevanên xwe ti carî ji hînbûna bûyer û rastiyan bêpar nehişt. Ji ber ku timî rastî nivîsand û ragihand, berdêlên glekî giran da. Bi dehan zebatkarên wê hatin qetilkirin, bi dehan ji wan hatin binçavkirin. Her wiha bi sedan caran hat sansurkirin û girtin. Tevî vê yekê jî ti carî ji nivîsandina rastiyan tawîz neda.

Hikûmeta AKP'ê ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zextên li ser çapemeniyê zêde kir, bi taybetî êrîşî çapemeniya azad kir. Malperên înternetê hatin girtin, xebatkar hatin binçavkirin, girtin û li naverastê li wan hat dayîn. Mînaka herî dawî ya vê bêhiqûqiyê, girtina Rojnameya Ozgur Gundemê ye.

Weke Cemiyeta Rojnamevanên Azad, em van kiryarên li dijî rojnameya Ozgur Gundemê şermezar dikin û li bendê ne xebatkarên wê derhal bên berdan û ji vê şaşiyê vegerin. Em dibêjin, çapemeniya azad li hemberî zextên bi vî rengî ti carî ji karê xwe venegeriya û wê ji niha û pê ve jî venegere. Em heta dawiyê bi Ozgur Gundemê re ne. Weke cemiyetê em bang li hempîşeyên xwe, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû xwendevanên rojnameyê dikin, ku xwedî li Rojnameya Ozgur Gundemê derkevin û bibin dengê Ozgur Gundemê. Em ê îro saet di 17:00 de li ber avahiya rojnameyê ya hatiye mohrkirin daxuyaniyê bidin çapemeniyê û hemû rojnamevan, rêxistinên pîşeya çapemeniyê û raya giştî dikin, ku di dema daxuyaniyê de li ber avahiya rojnameyê ya li Taksîmê amade bin."