Cemîl Çîçek li tûra Destûra Bingehîne

Cemîl Çîçek li tûra Destûra Bingehîne

 Serokê Parlamenta Tirkiyê Cemîl Çîçek, di mijara Destûra Bingehîn a ji ber peniyara AKP'ê ya ji bo "pergala serokatiyê" xetimî, bi lîderên partiyên siyasî re hevdîtinan bike. 

Çîçek wê destpêkê bi lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî, piştî nîvro bi Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re yek bi yek hevdîtinan bike.

Çîçek wê bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinê bike, lê der heqê dema hevdîtinê de heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Çîçek di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de ragihand ku ji bo xebatên Destûra Bingehîn zêde dem nemaye û got, "Ji ber ku hilbijartin li ber derî ye. Di rewşa hilbijartinê de, meşandina van karan zor e. Her kar xwedî demekê ye. Partiyên siyasî yên têkevin pêşbirka hilbijartinê, nikarin li hev rûnên û destûra bingehîn çê bikin. Li pêşiya me demeke dirêj nîne."