Cemîl Bayik: Divê hikûmet bi cidî nêzî qonaxa duyemîn bibe

Cemîl Bayik: Divê hikûmet bi cidî nêzî qonaxa duyemîn bibe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk, hikûmeta Tirk vexwend "cidiyetê". Bayik got, "Divê dewlet û hikûmeta Tirk bi cidî nêzî qonaxa duyemîn, Rêberê me, PKK û gelê Kurd bibin. Nêzîkatiyên heta niha hatine nîşandan, em rast û cidî nabînin." Bayik da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê çareseriyê neafirîne û got, "Eger di mercên Rêberê me de guhertin nebe, çêkirina qereqol, rê û bendavan neyên rawestîn, dest ji zêdekirina hejmara çeteyan neyê berdan û li gorî lihevkirina li Îmraliyê tevger neyê kirin, weke em, gel û hêzên demokrasiyê wê vê qebûl nekin."

Axaftina girtina 9. Civata Giştî ya Kongra Gel a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, yekemcar di ANF'ê de tê weşandin. 9. Civata Giştî ya Kongra Gel, di navbera 30 Hezîran û 5'ê Tîrmehê de bi beşdariya 162 delegeyan li herêmên di bin kontrola gerîla de li hev kom bûbû. Di Civata Giştî de, pergala KCK'ê hatibû guhertin û ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî Cemîl Bayik û Besê Hozat hatibû hilbijartin.

Cemîl Bayik di axaftina xwe ya girtinê de, di gelek mijaran de peyamên girîng da. Bayik bal kişand ser rola Kurdên li Sûriyê û got, "Kurd tinebe, Sûriyeyeke nû nikare ava bibe."

Bayik nêzîkatiya hikûmetê ya li pêvajoya çareseriya demokratîk nirxand û got, "Divê dewlet û hikûmeta Tirk bi awayekî cidî nêzî qonaxa duyemîn, Rêberê me, PKK û gelê Kurd bibe. Nêzîkatiyên heta niha hatine nîşandan, ne cidî û ne jî rast in."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di axaftina girtinê ya 9. Civata Giştî ya Kongra Gel de diyar kir ku di encama nirxandin û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kongre gihaştiye biryarên girîng û wezîfedariyên nû jî li ser pêşniyarên Ocalan hatine kirin. 

'EMÊ NETEWA DEMOKRATÎK BIAFIRÎNIN'

Bayik destnîşan kir ku bi 9. Civata Giştî re, bingeha pratîkkirina pergala KCK'ê xurtir bûye û got, "Nîqaşên hatin kirin û biryarên hatin stendin, wê xizmetî vê bikin. Ez di wê baweriyê de me ku emê netewa demokratîk a li ser bingeha konfederalîzma demokratîk ava bikin û xweseriya demokratîk xurtir bikin."

Bayik bal kişand ser girîngiya dema lidarketina kongreyê û anî ziman ku kongre di rewşek girîng a siyasî û şerekî mezin ê li herêmê de pêk hatiye. Bayik ragihand ku ev rewşa şer ji bo wan xwedî avantaj û dezavantajan e û got, "D, warê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî de, em tevgera herî amadekar a herêmê ne. Di rewşa heyî ya siyasî de, şensê herî mezin ê serketinê, li cem gel û tevgera me hene."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku bûyerên dema dawî nîşan didin ku hêzên statukoparêz û noker êdî nema dikarin bi pergala xwe ya modernîteya kapîtalîst mîna berê gelan kontrol bikin. Bayik destnîşan kir ku eger paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin, wê têkoşîna demokratîkbûyîn, azadî û biratiya gelên Rojhilata Navîn bi ser bikeve.

'BÊYÎ KURDAN, SÛRIYEYA NÛ AVA NABE'

Bayik diyar kir ku xeta sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, rêya serketinê ye û ev yek herî zêde di mînaka Sûriyê de xwe nîşan dide. Bayik anî ziman, ku di avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk de gelê Kurd wê roleke girîng bileyze û di dema pêş de jî li gelemperiya Rojhilata Navîn bi bandor be. 

Bayik da xuyakirin ku hin hêz ji niha ve vê rastiyê tîne ziman û destnîşan kir ku êdî bêyî Kurdan Sûriyeya nû nikare bê avakirin. 

Hevserokê Konseya Rêveber a  KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser têkoşîna 40 salan a gelê Kurd û destnîşan kir ku bi vê têkoşîna tevgera Apoyî re, gelê Kurd li herêmê bûye hêza sereke û êdî bêyî Kurdan dengeyên li herêmê nikarin ava bibin. 

Bayik ragihand ku gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê bi pêkanîna şoreşê re, pêngaveke girîng daye destpêkirin û statuyek bi dest xistiye. Bayik bal kişand ser statuya heyî ya li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku di van hemûyan de rol û kedeke girîng a tevgera Apoyî heye.

DEWLETA TIRK NEÇARÎ DIYALOGÊ HAT HIŞTIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku dewleta Tirk di sala 2012'an de ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hemû derfetên xwe seferber kir û xwest encamê bigire. Bayik der heqê mijarê de weha peyivî: "Li dijî vê, li Îmraliyê Rêber Apo, li çiyê gerîlayên me yên leheng, li zînadnên Tirkiyê bi hezaran welatparêz û kadroyên me, berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Li gel vê, gelê me yê Rojava şoreş pêk anî. Ev hemû, planên tinekirinê yên li ser tevgera me dihat ferzkirin, pûç kirin. Vê rewşê dewleta Tirk neçar hişt, ku li Îmraliyê bi Rêber Apo re dest bi danûstandinan bike û diyalogê pêk bîne. Eger dewlet û hikûmeta Tirk bi Rêberê me re dest bi diyalogê kiribin, ev bi saya berxwedan û hêza Rêber û tevgera me ye. Ji ber vê yekê, divê em wezîfe û berpirsyariyên xwe di dema xwe de bicih bînin û ji bo serxistina vê pêvajoya Rêberê me daye destpêkirin, hewldanên xwe zêde bikin. Rêber Apo her tim digot, 'Ez her tim baş dixebitim, xebata bi min re ewçend hêsan nîne. Yên bi min re hevaltiyê dikin, yên min qebûl diki, divê rêbaza min a xebat û têkoşînê esas bigirin'. Ev yek, ji bo serxistina pêngav û pêvajoya dîrokî, ji bo me fermaneke."

Bayik da xuyakirin ku nêzîkatiya herî şaş a vê demê ew e; ku bêyî têkoşîn were dayîn, nêrîna serxistna pêvajoyê ye. Bayik diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kêmasî û şaşiyên bi vî rengî rexne dike û dixwaze hîn bêtir têkoşîn bê dayîn.

DEWLET HÎNÊ BI XEMSARÎ NÊZÎ PÊVAJOYÊ DIBE

Bayik ragihand ku ji bo rêveçûna pêvajoyê wan berpirsyariyên xwe bicih anîne û bibîr xist ku bi vê armancê leşkerên dîl serbest hatine berdan, agirbest hatiye îlankirin, biryara vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê hatiye stendin û bicih tê anîn, rewşeke agirbestê ya mayînde hatiye afirandin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke siyasî ya guncaw afirandine. 

Bayik diyar kir ku gelek derdor jî bi awayekî zelal tînin ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariyên xwe bicih aniye, dewlet û hikûmeta Tirk beranberî vê yekê gav neavêtiye û dixwazin gavên berbiçav bibînin. 

Bayik anî ziman ku tevgera azadiyê, qonaxa yekemîn a pêvajoyê bi serketî temam kiriye, lê heta niha dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bicih neaniye, lewma qonaxa duyemîn bi awayekî têrker neketiye meriyetê. Bayik da xuyakirin ku hikûmet bi qels, sist û xemsarî nêzî qonaxa duyemîn dibe û bi lawazkirinê re dixwaze pêvajoyê di kontrola xwe de bimeşîne. 

'DIVÊ DEWLETA TIRK CIDÎ BE'

Bayik hişyarî da aliyê Tirk û got, "Dewlet û hikûmeta Tirk, divê bi awayekî cidî nêzî qonaxa duyemîn, nêzî Rêberê me, PKK'ê û gelê Kurd bibe. Nêzîkatiyên heta niha hatine nîşandan, em cidî û rast nabînin. Divê şert û mercên Rêberê me bên sererastkirin û pêşî li beşdariya aktîf a li pêvajoyê were vekirin. Ji bo azadiya Rêberê me gav bên avêtin. Lê belê di van mijaran de ti gav nehatin avêtin. Berovacî qereqol, bendav û hejmara cerdevanan zêde kirin. Ji van hemûyan tê fêmkirin ku AKP pêvaoya çareseriyê bi pêş ve nabe, berovacî amadekariya şer dike. Eger mercên Rêberê me tê de tê ragirtin neyên başkirin, çêkirina qereqol, rê û bendavan neyên rawestandin, dest ji zêdekirina hejmara çeteyan neyê berdan û li gorî lihevkirina li Îmraliyê gav neyê avêtin, em, gelê me û hêzên demokrasiyê wê vê qebûl neke."

'SEKNA XURT A HPG'Ê JI HER TIŞTÎ GIRÎNGTIR E'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di vê pêvajoyê de bal kişand ser rola hêzên parastina rewa û destnîşan kir ku divê hêzên parastina di warê îdeolojîk, rêxistinî û parastina rewa de xwe perwerde bikin, mezin bikin û xurt bikin. Bayik di vê mijarê de weha peyiv:

"Divê HPG xwe di her alî de xurt bike û xwe ji bo her rewşê amade bike, da ku pêvajoya nû ya Rêbertiyê daye destpêkirin biçe serketinê. Şer hebe tine, wate û roleke gelekî girîng a HPG'ê ji bo tevgera me û gelê me heye. Rojhilata Navîn di nava şerekî mezin de ye. Ev şer bi giranî jî li Kurdistanê tê meşandin. Heta çareseriyeke mayînde ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, ji bo parastin û ewlekariya gelê me, sekna xurt a HPG'ê ji her tiştî girîngtir e. Eger HPG xwe bi pêş nexe, sekneke xurt nîşan nede û amadekariyên xwe neke, hingî pêvajoyê bikeve xeteriyê. Ev jî wê xefletek be."

'XETA AZADIYA JINÊ, NASNAMEYA XETA ME YA SÊYEMÎN E'

Bayik da xuyakirin ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirandiye, civak, jin û mirovên Kurd veguherandiye hêzeke gelekî mezin û got, "Eger îro ev tevger têk naçe, nikare were tinekirin û her tim bi pêş dikeve, encama vê rastiyê ye. Ji ber ku Rêberê me di vê tevgerê de xeta azadiya jinê esas girtiye. Ev xet; tevgerê, civaka Kurd, kesayetiya civakê xurt dike û hemû komployan pûç dike. Xeta azadiyê ya jinê, îro nasnameya xeta sêyemîn e. Jinên Kurd, li Rojhilata Navîn bûne hêza pêşeng a biratî, wekhevî, azadî û demokrasiyê. Têkoşîna azadiyê ya jinê, bi vê karektera xwe re bingeha mezin a serketina têkoşîna me afirandiye û bûye hêza herî bingehîn a têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê."

SIYASETA DEMOKRATÎK, BILINDKIRINA SERHILDANANE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku li ser bingeha siyaseta demokratîk avakirina pergalê, di heman demê de xebata bilindkirina serhildanê ye. Bayik got, "Ji ber vê yekê, rêbaza bingehîn a xebata dema pêş; rêxistinbûyîna li her qadê, avakirina konfederalîzma demokratîk û pêşxistina serhildanane.

Bayik diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, li gel Kurdan berpirsyarî dikeve ser milê hemû komên bawerî û etnîkî yên cûda û li ser vê bingehê bang li herkesî kir, ku bi berpirsyariyên xwe rabin.

Bayik di dawiya axaftina xwe de weha peyivî: "Emê vê meşa xwe ya mezin a azadiyê ku me ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê dane destpêkirin, bi biryardarî bimeşînin. Bêguman wê encamên vê jî derketin holê. Îro, dost jî dijmin jî her kes dizane û qebûl dike ku tevgera me hêza siyasî ya herî mezin e ku bandorê li dengeyên Rojhilata Navîn dike. Vê tevgerê, gelê Kurd kiriye hêza sereke ya herêmê."