Çelîkkan: Komîsyonên heqîqetê divê bi awayekî fermî bên avakirin
Çelîkkan: Komîsyonên heqîqetê divê bi awayekî fermî bên avakirin
Çelîkkan: Komîsyonên heqîqetê divê bi awayekî fermî bên avakirin
Damezrînerê Navenda Hişê Edeleta Heqîqetê Murat Çelîkkan, ji bo ku komîsyonên heqeqîtê kar û barê xwe yê rastîn ancax dema ku bi awayekî fermî û serbixwe ava bibin dê bînin. Çelîkkan wiha got: “Di Komîsyonên heqîqetê de hebûna nûnerên mexdur û rêxistinên civaka sivîl (RCS), ji rêveberiyê serbixwe kar kirin û destpêkê hedef û rojeva xwe diyar bike û piştre jî ji bo vê di nava pêvajoyê de encam bike divê xebata xwe diyar bike.
Komîsyona Çareseriya TBMM’ê di rojên borî de damezrînerê Navenda Hişê Edeleta Heqîqetê Murat Çelîkkan guhdarî kir. Çelîkan pirsên ANF’ê bersivand û got ji bo aştî û demokrasî bê tesîskirin divê nûnerên siyasî yên pirsgirêkê muxatab bigirin û got divê ev alî jî li ser maseyê rune. Çelîkkan got hêj li Tirkiyeyê pêvajoyek wisa nehatiye jiyîn, lê hêviya wî heye.
Çelîkkan got komîsyonên Heqîqetê ya bi biryra serokatiyê an jî bi biryara meclisê tê avakirin û di komîsyonên heqîqetê de hebûna nûnerên mexdur û rêxistinan girînge.
Çelîkkan di berdewamiya axaftina xwe de wihagot: “Em pêvajoyek ne zelal dijîn. Ligel komîsyona çareseriyê ya bi aweyekî fermî di TBMM’ê de hat avakirin, gelek avabûnên ne fermî hene. Heyeta aqilmendan rapora xwe temam kir. Ligel vê hevdîtinên bi Ocalan re û hevdîtinên BDP’ê yên bi Qendîlê re hene. Di pêvajoyên çareseriyê de ev mumkunin. Lê hedefa meeve ku nûnerên siyasî raste rast muxatab bên girtin. Bila aliyê muxatab li ser maseyê rune. Ez bi hêvî me.
Çelîkkan destnîşan kir ku ya yekemîn divê biryarên siyasî pêngav bi pêngav ji civakê re bê ragîhandin û ya duyemîn jî di mînakên cîhanê de pêngavên ku pêk tên yên wekê vegera jiyana sivî l û bê çekdarî, li Tirkiyeyê nîne û di çi astêde ye jî nayê zanîn û got: “Lê dema bo vê amadekariyek bê kirin ev mumkune.Edeleta Dema Derbasbûnê, tê wateya ku piştî dîktatoriyan a derbasbûna demokrastiyan. Li Başûrê Afrîkayê ji rejîma nîjadperest, ji derbasî demokrasiyan.
PÊNGAVA YEKEMÎN DARIZANDINE
Çelîkkan wiha pê de çû: “Belkî jî ya herî girîng darizandine. Ger em ji bo Tirkiyeyê biaxivin divê kesên ji binpêkirina mafê mirovan berpirsin bên darizandin. Pêkanînên 12’ê îlonê ligel guhertina desthilatdariyan didome. Ev jî binpêkirina demokrasiyê ye. Kê sûc kiribe divê bê darizandin.
Ya duyemîn jî ev sûc bi hevkariya saziyên berfireh yên cîhanê pêk tên. Hêzên ewlehiyê dikujin, wenda dike û îşkence dike. Dadgeh û dozger red dikin û dozgerên bi ceserat tevdigerin jî rastî lêpirsînê tên. Me wek navenda hiş 227 dosyayên wendayan lêkolîn kir. Ji sedî 70’ê wan demboriya wan nêze. Tenê du dosya hatine mahkumkirin. Çapemenî rastiyan nîşan dane.
Ya sêyemîn; ji bo ku mexduriyet neyên dubarekirin divê muze, abîde û navend bên avakirin.
Ya çaremîn; tenê ne tazmînatên aborî. Divê dewlet sûcê xwe qebûl bike û lêborînê bixwaze.
Ya pêncemîn, hem ji bo aştiyeke mayînde û hem jî ji bo ev dubare nebin reformên cidî bên kirin.
DIVÊ KOMÎSYONÊN HEQÎQETÊ DIVÊ SERBIXWE BIN
Çelîkkan da zanîn ku di cîhanê de gelek mînakên komîsyonên heqîqetê hene û lê ev komîsyon li gorî qanûnan yên meclis û serokwezîrê karê xwe dikin û wiha got:”Lê divê di van komîsyonan de nûnerên mexdur û rêxistinên civaka sivîlhebin. Ev komîsyon kengî hedefa xwe û rojeva xwe bi awayekî serbixwe diyar bikin dê encamê bigirin.
Ev salek û nîve em li Tirkiyeyê xebatan der barê wendayan de dimeşînin. Me divê xebatê tenê 252 kes piştrast kir. Lê em dizanin ku wenda di navbera hezar û 300 û hezar û 500 kesî de ne. Ev kar wisa ne hêsane. Pêwistî bi kadro û butçeyên girîng hene.”
Çelîkkan da zanîn ku ger desthilatdarî bi heqîqetê re bê ru hev gelek başe, an jî ji bo aştiyeke mayîn de ne mumkune mirov biaxivin.
ŞER DENGÊ HEQÎQETÊ DIGIRE
Çelîkkan da zanîn ku şer û pevçûn dengê heqîqet û demokratîkbûnê vedişêre û di encamê de jî dema mirov behsa têkoşînê dikin de gelek teknîkên cuda tên rojevê.