Çelîk: Pêwiste gavek ji a din pêştir ev skandale bê rakirin

Çelîk: Pêwiste gavek ji a din pêştir ev skandale bê rakirin

Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demir Çelîk ji bo parlementerên girtî di derbarê biryara 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de wiha got: “ Ez dixwazim bêjim ku pêwiste ev skandale ji holê bê rakirin, bi hincetên zagonî derxistina pêş nehiştina ku parlementerên me bigehine azadiya xwe pêwiste rê ji vê yekê re neyê dayîn yan jî çareseriya demokratîk a ku civaka me ji sedî 80’ê baweriya xwe dayê, her ku diçe bawerbûna xwe winda dike, her ku diçe pevçûn, mirin û dîsan derketin holê a mirina me hemûyan têxwe nava fikaran.”

Çelîk li Kurula Giştî a Meclisê de li ser bûtçeya Wezareta Tendoristiyê axivî.Çelîk ku nerazîbûn nîşanî biryara 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê da wiha got: “Ev skandale. Navê vê ne huquqe, keyfîbûne, bi kiryarên siyasî dixazin kesîmek bigûherînin, bê îrade bikin û teslîm bigirin. Bi salane tiştên ku me ne dipejirandin tiştên ku di niha têne kirin, ji ber vê yekê li gorî sekna ku em têdene pêwiste weke sedemên li cih cihan jî em rabin serhildanan jî. Pêwiste huquq adil be, weke hev nêzî hemû kesê be, zihniyetekî ku hemû kesî weke hev himbêz bike bê nîşan dan.”

Çekîk ku got: “Yan dewlet ji dewletbûnê derketiye yan jî di encama hesabên siyasî de herêmek, gelê herêmê, nêzikatiya li ser nûnerên wê yên siyasî, bi  temamî xeta militarist înkar kirin, nêzikatiya îmhaci, di vê watê de skandale.”