Celep: Berxwedana min bersiva li referandûmê ye
Betul Celep, di roja 15. a berxwedana xwe de ji ANF'ê re axivî û got, "Berxweadna min bersiva li referandûmê û her şêwe zextên siyasî e."
Betul Celep, di roja 15. a berxwedana xwe de ji ANF'ê re axivî û got, "Berxweadna min bersiva li referandûmê û her şêwe zextên siyasî e."
Betul Celep yek ji hezaran kedkaran e, ku bi biryarnameyên Rewşa Awarte re ji kar hatine derxistin. Li Ajansa Pêşveçûnê ya Stenbolê, piştî ku Sekreterê Giştî Abdulmecît Karataş ji wezîfeyê hat kirin, zext, zordarî û lêpirsînê dest pê kir. Ev zordarî, piştî ku Alîkarê Waliyê Stenbolê Ahmet Onal lê hat wezîfedarkirin, girantir bû. Celep got, "Onal odeyên qanihkirinê vekir û zexta 'ya hûn ê bibin sîxir, ya jî hûn endamê cemaetê ne' li xebatkaran kirine û ji bo xebatkar giliyê hev bikin, anket da destpêkirin." Celep wiha dewam kir: "Onal yek bi yek xebatkar xist odeya xwe û pirsên 'Hûn li ser TIR ên MÎT'ê, li ser mijara 17-25'ê Kanûnê çi difikirin? Yên mûxafazakar in, lê mûxalîf in, kî ne?' kiriye. Bi vî rengî dest bi avêtin xebatkaran ji kar kir."
Celep ku nûnera Sendîkaya Koop-Îşê bû, di 6'ê Çileya 2017'an de yek ji wan kesên bi biryarnameyê ji kar hatiye avêtin e.
Celep da zanîn, di pêvajoya Rewşa Awarte de nanê bi hezaran kesî ji wan hatiye girtin û anî ziman, ji bo mirov ji kar bên avêtin, têrê dike ku hesabekî xizmekî wan di Asya Bankê de hebe.
Celep ku tevî mexdûreke mîna wê Emîn Sevîm niha li meydana Khalkedon a Kadikoyê nobedê digire destnîşan kir, ku berxwedana wan a 15 roj in didome, bersivek li referandûmê ye. Celep got, "Bersiva li tarîtî û zexta bi referandûmê serdest bibe, ye. Divê em berxwedaneke civakî bafirînin. Min li vê meydanê dît, ku her kes dikare bi rengekî li ber xwe bide. Encama referandûmê çi dibe bila bibe, têkoşîna me wê bidome. Nabe ku em bikevin nava rewşeke reşbîn û li mala xwe rûnên. Em di van rojan de ne, ku divê her kes li qada têkoşînê mafê xwe biparêze. Di vêr her kes ji bo xwe qadeke têkoşînê bafirîne, derkeve kolanan û dengê xwe bide bihîstin."
'DIVÊ PÊŞÎ LI VÊ REWŞÊ WERE GIRTIN'
Endama Egîtîm-Senê Emîn Sevîm jî, ku dema wezîfedara Lêkolînê ya Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Mûnzûr a Dersîmê bût evî komek ji hevalên xwe bi biryarnameyê ji kar hat derxistin û tevî Celep li ber xwe dide, diyar kir ku ji bo derxistina wê ji kar ti hincet nehatiye nîşandan.
Sevîm bibîr xist, gelek perwerdekar ji ber ku mohra xwe danîne binê belavoka aştiyê ketine ber lêpirsînê, lewma ew ji derxistina ji kar matmayî nebûne.
Sevîm destnîşan kir, ku wê mirov nema xwe li dewamkirina kaos û şîdetê rabigirin û anî ziman, ti feydeya 'erê' ya ji referandûmê derkeve, wê bi kesî neyê. Sevîm got, "Pêwîste her kes bi wêrekî xwe bide pêş û pêşî li vê rêveçûnê bigire."