Çelebî: Gotinên min ne heqaretin, rastin

Çelebî: Gotinên min ne heqaretin, rastin

Cîgira Serokê giştî yê ESP’ê Fedîme Çelebî ji ber daxuyaniya wê bi destûra Wezareta Dadê di xala 301’emîn de doz lê hate vekirin Çelebî ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Gotinên min ne heqaretin. Ger ku em ji ber rastiyan vedibêjin tên darizandin bila wisa be. Vê dewletê bi dehan carî ruyê xwê yê komkujî, taciz, tecawiz û îşkenceyê nîşan daye.

Hikûmeta AKP’ê di 2008’an de di xala 301’ê ya TCK’ê de guherî pêk anî. Doz vekirinê li gorî destûr wezareta Dadê tê kirin û dozên bi vî awayî didomin. Rêxistina ESP’ê ya Enqereyê di 8’ê hezîranê de ji bo Başak Şahîn yê Sosyalîst ku li Hirvatîstanê hatibû girtin bê berdan daxuyaniyek li ber seferatxaneya Hirvatîstanê dabû. Di derbarê cîgira ESP’ê Fadîme Çelebî de jî ji xala 301’an TCK’ê bi daxwaza cezakirinê doz hat vekirin.

Piştî daxuyaniya Çelebî Serdozgerê Komarê yê Enqreyê di çarçoveya xala 301’emîn TCK’ê lêpirsîn da dest pêkiin. Wezareta Dadgê jî ji bo doz li Çelebê bê vekirin berisiva erê da. Wezaretê gotinên daxuyaniya Çelebî yên wekê: “Bila dewleta Hirvatîstanê Başak Şahîn Duman demildest serbest berde û bi dewleta tirk a tecawîzkar, îşkencekar, kujer re hebe hevkar’ wekê ku li dij deweleta Komara Tikriyeyê hatiye bikaranîn nirxand.

Çelebî di derbarê dozê de wiha got: “Ez cigira partiyeke siyasî ya giştî me. siyaseta aktîf dimeşînim. Ji 301’ê têm darizanin. Gotinên me ne heqeretin. Gotinên rastin. Ger ez ji ber vê têm darizandin bila bêm darizandin. Vê dewletê bi dehan carî ruyê xwê yê komkujî, taciz, tecawiz û îşkenceyê nîşan daye. Ev êrîşeke li dijî partiya me ye.”