Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi rûxandina rejîma Esad re rêveberiya Sûriyeyê desteser kir û li dijî Elewiyan dest bi êrîşan kir. Êrîşên li ser Elewiyan li Tirkiye û gelek deveran rastî bertekan hat. Her çiqasî rêveberiya HTŞ'ê van êrîşan weke "paqijkirina bermahiyên rejîma Esed" nîşan bide jî, dîmenên ji herêmê tên nîşan didin ku Elewî rasterast hedef tên girtin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bertek nîşanî komkujiya li dijî Elewiyan da û ragihand ku bi şertê ku rêveberiya Şamê wan êrîşan rawestîne, li hev kirine. Derket holê ku HTŞ’ê piştî komkujiya li dijî Elewiyan qebûl kir û soza darizandin cezakirina kujeran da, peyman hat îmzekirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ê ku ji civaka Elewî ye têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
Celal Firat diyar kir ku ji ber Esad û rejîma Baasê her tim weke 'rêveberiyeke Elewî' tên pêşkêşkirin, xala 6’an rê li ber nîqaşan vekiriye û anî ziman ku QSD bi şertê ku dawî li komkujiyên li dijî Elewiyan û êrîşên li dijî gelên din bîne bi rêveberiya Şamê re li ser masê rûnişt.
'REJÎMA ESED WEK HIKUMETA ELEWÎ HAT NÎŞANDAN’
Parlamenter Celal Firat destnîşan kir ku gelek sedemên komkujiyên li Sûriyeyê hene û wiha domand: “Yek ji van jî bêguman rêveberiya Esad û rejîma Baas her tim weke rêveberiyeke Elewî, hêza Elewiyan tê nîşandan. Ji ber vê yekê pêkanîn xelet ên serdema rejîma Esad bi Elewiyan ve girêdan û Elewî kirin hedef. Em dizanin ku bertekên civaka Sûriyeyê tenê bi Elewiyan re ne sînordar e. Bertekên laîk, Elewî, Durzî, Xiristiyan, Asûr, Ermen, Kurd û gelek komên din ên Sûriyeyê hene. Ev bertek her tim dihat xwestin ku weke bertekên alîgirên rêveberiya kevin bên nîşandan. Beriya her tiştî Elewî dan pêş. Civata Elewî li Sûriyeyê ya herî xizan bû û bandora wê ya di nava hikûmetê de kêm bû. Rêveberiya kevin rêveberiyeke Erebên Sunî bû.”
‘DIBE KU ROLA TIRKIYEYÊ JÎ TÊDE HEBE’
Firat anî ziman ku komkujî ji nişka ve pêk nehat û wiha got: “Du-sê mehên dawîn li herêmên ku Elewî lê dijîn bi awayekî domdarî binçavkirin, muameleya xerab, windakirin, koçkirina bi darê zorê û kuştin pêk hatin. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Armanca wan qirkirina Elewiyan, guhertina pêkhateya demokratîk a wê derê, Elewîtî, cih û warên Elewiyan, mal û milkên wan desteser bikin, bû. Sedemek din ew e dibe ku ji bo pêşiya lihevkirin, peymana di navbera QSD û hikûmeta Şamê de bigirin bû. Dibe ku rola Tirkiyeyê di vê yekê de hebe. Ji ber ku dema komkujî destpê kir, mixabin gelek komên ku di serî de çapemenî û dezgehên ragihandinê yên nêzî hikûmeta Tirk, gef li Elewiyên li Tirkiyeyê xwarin û ji bo ku komkujî bê kirin her tişt kirin."
‘WÊ HER KES BI NASNAME Û HEBÛNA XWE HEBIN’
Firat destnîşan kir ku lihevkirina navbera QSD û HTŞ'ê weke lihevkirina destpêkê dikare bê dîtin û anî ziman ku şertê pêşî yê QSD'ê rawestandina komkujiya Elewiyan bû. Firat wiha berdewam kir: “Ev peymana destpêkê ji bo pêşeroja gel û baweriyên li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ev peyman di rastiyê de mifteya avakirina Sûriyeyeke nû ye; ji ber vê yekê pir girîng e. Weke ku di xalên peymanê de hatiye diyarkirin pergaleke ku her kesî di nava xwe de dihewîne. Ev peyman dikare wekî destpêkek were nirxandin. Bi gotineke din, ev yek dikare weke pêngavên yekem ji bo afirandina şert û mercên hemû gel, baweriyên li Sûriyeyê bi hev re bijîn bê dîtin. Yanî her kes wê bi hebûn û nasnameya xwe hebe."
‘DIVÊ KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎN BÊN DARIZANDIN’
Firat anî ziman ku xala 6’an di raya giştî de tê nîqaşkirin û wiha bi dawî kir: “Rayedarên QSD'ê û rêveberiya Rojava li ser mijarê daxuyaniyên girîng dan. Dibêjin ku şertê girîng ew e ku her nasname, her bawerî, her gel bi nasname û hebûna hene. Di peymana pêşîn de bi xwe tê gotin ku axaftinên nefretê, muameleya xerab û hedefgirtina koman nayê qebûlkirin. Di dawiyê de ez dixwazim vê bînim ziman; Helbet em dizanin ku zihniyeta cîhadî, selefî ya DAÎŞ’ê dikare û dixwaze li Sûriyeyê li dijî Elewiyan komkujiyan pêk bîne. Ne rast e ku mirov bibêje bi vê peymana pêşîn her tişt çareser bûye û êdî ti pirsgirêk nemaye. Em tenê di destpêka her tiştî de ne. Pêwîste siyaseta demokratîk, civaka Elewî, raya giştî ya demokratîk, Tirkiye, hêzên navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan beşdarî pêvajoyê bibin. Divê tîmên çavdêriyê biçin herêmê, li Hatayê korîdoreke însanî bê vekirin û HTŞ û komên din ên ku ev komkujî pêk anîne divê bên darizandin."