Çekên kîmyewî: Sûriye bo heyeta NY’ê erênî nêz dibe
Çekên kîmyewî: Sûriye bo heyeta NY’ê erênî nêz dibe
Çekên kîmyewî: Sûriye bo heyeta NY’ê erênî nêz dibe
Hikûmeta Sûriyeyê, ji bo Neteweyên Yêkbûyî (NY) ya ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî girêdayî erka ku daye çêkirin, şert û mercên taybet yên hatin pêşniyarkirin lambeya kesk hate pêxistin. Li gorî daxuyaniya ku NY’ê daye, dibe ku di her kêliyê de heyeta pisporan biçe Sûriyeyê.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Ki-moon ve hate dayîn, Ban Ki-moon got, “Hikûmeta Sûriyeyê ji bo parastina vê erka ku bandorbûna wê, şert û mercên bingehîn bi şêweyekî fermî pejirandin bi awayekî kêfxweş pêşwazî kir.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji niha ve dibe ku di her kêliyê de komek biçe.”
Ban Ki-moon, “Ji ber hevkariyê” dema spasiya hikûmeta Sûriyeyê dikir anî ziman ku armanca NY’yê, “bi temamî lêpirsîneke serbixwe û bêalî ye.”
Sekreterê Giştî yê NY’ê diyar kir ku di lêpirsîneke wiha de li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî di şerê Sûriyeyê de “ji naveroka wê derxistin” dibe çêbîbe, got ku şert û merc çi dibe bila bibe her du alî, “biketina di nava bikaranîneke bi vî awayî wê bibe sedema kirina tawanekî giran.”
Rejîma Sûryeyê û hêzên muhalefetê yên Rojava piştgiriya wan dike, hevdu bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar dikin. Erka heyeta NY’ê ne diyarkirina ka kî çekên kîmyewî bikartîne ye, ragihand ku erka wan derxistina holê ya çekên kîmyewî ka têne bikaranîn yan na.
Koma ku di bin rêveberiya Ake Sellstrom yê Swêdî, bi rojane ji bo çûna Sûriyeyê li Den Haaga paytexta Hollanda kom bûne. Li gorî NY’ê heyeta pisporan wê 14 rojan li Sûriyeyê bimîne lê belê ev pêvajo dibe ku bi hevkariyeke du alî bê dirêjkirin.
Di meha borî de NY’ê li gel hikûmeta Sûriyeyê bi armanca erka lêpirsînê li hev kiribûn. Lê belê li bendê ne ku rêveberiya Şamê cara dawî lambeya kesk pê bixe.
NY ku di meha Tîrmehê de daxuyaniyek dabû, gotibû Sûriyeyê destûra ku ji bo lêkolîna pisporên ji aliyê NY ve hatine erkdarkirin ji bo bikaranîn û ne bikaranîna çekên kîmyewî ya li 3 cihan paşve xistibû. Yek ji cihên ku çekên kîmyewî lê hatiye bikaranîn jî nêzîkî Helebê Han El-Assal e. Rejîma Beşar El Esad îdia kir ku komên bi çek di 19’ê Adarê de li vir bikaranîna çekên kîmyewî, ji wan 16 leşker hatin kuştin û herî kêm 26 jî birîndar bûne. Muhalefet jî îdia dike ku hêzên rejîma Sûriyeyê ev êrîş pêk anîne. Der barê her du cihên din yên ku lêkolîn lê bê kirin ka li ku derê ne tu daxuyanî nehat dayîn.