Cejna vejînê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Kurdên li Novoaleksandrovskî tevî dostên xwe bi şahiyekê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdên li Novoaleksandrovskî tevî dostên xwe bi şahiyekê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovskî ya bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê tevî dostên xwe salvegera 41'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî li salona konserê ya Mala Gel a Novalaksandrovskî pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.
Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovskî Huseyîn Ahmedov piştre axivî û got, "PKK a ku fikrê azadiyê da Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat roj bi roj xurt dibe û nêzî azadiyê dibe. Ev tevgera ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ava bû wê azadiyê diyarî gelê Kurd bike."
Piştre Serokê Meclîsa Novoaleksandrovskî Lûdmîla Nîkolaevna û nûnerên saziyên ji neteweyên cuda li şahiyê axivîn û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Di şahiyê de Hozan Comert, Yûnûs Agirî û hunermendên herêmî hunera xwe pêşkêş kirin.