'Cejna rastî bi aştî û azadiyê tê'

Partî û saziyan bi wesîleya cejna Remezanê peyam weşandin û diyar kirin, ku di meha Remezanê de neheqî û bûyerên kuştina mirovan dewam kirin. Di peyaman de hate destnîşankirin ku ji bo cejnên rastî pêwîstî bi aştî û azadiyê heye.

Partî û Saziyan bi wesîleya Cejna Remezanê peyam weşandin.

BI HÊVIYA AŞTÎ Û AZADIYÊ

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi wesîleya cejna Remezanê di serî de li Alema Îslamê peyama aştî û biratiyê li tevahiya cîhanê re ragihand û ji bo her kesî daxwaza jiyaneke bi tenduristiyeke baş kirin.

Di peyamê de hate gotin, "HDP ji bo azadiya her kesî, her baweriyê, ji bo pêkhatina aştî û aramiyê têdikoşe. Daxwaz û hêviya me ew e ku ev têkoşîn têkiliya xwişk û biratiyê ya gelên me xurt bike.

Bi bîr û baweriya xurtkirina têkoşîna aştî, demokrasî û wekheviyê em cejna Remezanê li gelên xwe hemûyan pîroz dikin."

'JI BO CEJNÊN RASTEQÎN...'

Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Hevberdevka KÎD'ê û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand û xwest Cejna Remezanê bibe wesîleya edalet, azadî, vejîn û raperîna mirovahiyê.

Kaya diyar kir ku di serî de alema îslamê û gelên cîhanê her roj bêhtir hesreta wan a azadî, aştî, aramî edalet û demokrasiyê zêde dibe. Kaya da zanîn ku hemû kesên di ferqa heqîqetê de ye, her ku diçe bêrîkirina wan a mirovahiyê zêde dibe û wiha got: "Kengî li ser rûyê erdê mirovahî, edalet û wekhevî pêk hat  wê demê em ê karibin şahidê edaletê bin."

Di dawiyê de xwest ku cejn bibe wesîleya edalet, azadî, vejîn û raperînê ya mirovahiyê.

'BILA PIŞTEVANÎ XURT BIBE'

Meclîsa Gel û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) jî bi bîr xist, ku cejna îsal di demeke welê de tê pêşwazîkirin ku pêwîstiya vê cografyayê ji her demê bêhtir bi aştî û aramhiyê.

Di peyamê de hate gotin, ku ew hêvîdarin cejn bibe wesîleya xurtikrina pitşevaniyê, wekhevî û azadiyê

BILA BIBE WESÎLEYA AŞTIYÊ

Koodînasyona Kongreay Star jî bi bîr xist ku cejna îsal di nava şert û mercên pandemiya vîrûsa koronayê de hatiye pêşwazîkirin û diyar kir, "Tevî vê yekê piştevanî bi koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker herêm terikandiye, hatiye kirin. Bila cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê ji tevahiya dinyayê re."