Cejna îsal ji bo Sûrê bû cejneke reş

Parlamentera Amedê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, rewşa giştî ya gelê Sûrê ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku cejna îsal ji bo gelê Sûrê bû cejneke reş.

Şêniyên navçeya Sûr a Amedê, ku bi mehan di nava dengê dijwar ê bombeyan de jiya, di bin bandora gefa hilweşînê de cejn pêşwazî kir. Li Sûrê, ku hê li 6 taxên wê derketina derve qedexe ye, şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebeyê li hemberî gefên "ji malên xwe derkevin" ên walîtiya Tirk, ji bo malên wan neyên xerakirin jê dernakevin û li ber xwe didin. Parlamentera Amedê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp ku ji destpêkirina dorpêçê û vir ve hewl dide bibe dengê gelê Sûrê, anî ziman ku piştî hilweşandina xaniyan gihîşt taxên Lalebey û Alîpaşa yên qedexeya derketina derve lê nîne, rewşa aloz girantir bûye. Yîgîtalp anî ziman, cejna îsal ji bo gelê Sûrê bûye cejneke reş û diyar kir, piraniya şêniyên Alîpaşa û Lalebeyê ji mirovên di salên 1990'î de zilm û zordarî dîtine û hewl didin xwe li jiyanê bigirin, pêk tê. Yîgîtalp bibîr xist, dewletê li van taxên ku dixwaze xaniyên welatiyan xera bike, bi rojan şêniyên herêmê bê av û bê elektrîk hiştiye.

Yîgîtalp da zanîn, hikumeta AKP'ê hewl dide gelê Sûrê bi zorê ji cih û warên wan derxîne û destnîşan kir, mecalê gel nema ye ku heman êşê careke din bikişîne. Yîgîtalp got, "Li dijî komekê, li dijî beşeke ji civakê polîtîkayeke hilweşandinê ya demografîk tê meşandin. Daxwaz û pêdiviyên gel ji nedîtî ve tê û bi polîtîkayên ewlekariyê bersiv ji hemû daxwazan re tê dayin. Di rewşeke bi vî rengî de nepêkan e ku mirov qala cejnekê bikin. Ev hilweşandin ne tenê hilweşandina berhemên dîrokî ye. Çand û rewşa civakî ya gelê Sûrê jî tê hilweşandin. Di bin navê 'veguherîna bajar' de hikumet bi awayekî vekirî ji gelê Sûrê re dibêje, 'Ya tu yê li gorî dilê min bijî, ya jî tu yê ji taxên xwe derkeve'."

'GELÊ SÛRÊ BI BIRYAR E KU CIH Û WARÊN XWE NETERIKÎNE'

Yîgîtalp anî ziman, gelê Sûrê xwedî rewşeke demografîk a ku dîrokê diparêze û rêbazeke kolektîf a jiyanê ye û wiha dewam kir, "Xwedî xemleke dîrokî û mozaîkeke çandî ye, ku kolanên wê teng e, dêr û mizgeft li gel hev in, ji malên dengbêjan dengê klamên ji nasnameyên cuda tê. Tinekirina vê mozaîkê tinekirina dîrokê bi xwe ye."

Yîgîtalp bibîr xist, AKP ji xwe cihêrengiyan weke sûc dibîne, krîmînalîze dike û got, "Eger baweriya xwe cuda be, tê terorîzekirin, nasnameya xwe cuda be tê terorîzekirin, nêrîna xwe cuda be tê terorîzekirin." 

Parlamenter Yîgîtalp diyar kir, li Sûrê dewlet bi rengekî hesas nêzî dîrok û mirovahiyê nabe û got, "Li 6 taxên Sûrê yên ku 2 sal in qedexe ne, em nizanin bê çi dikin. Bi maşînên kar ên giran her derê hildiweşînin. Gelê Sûrê li dijî vê yekê serlêdan kir, lê ti bersivê nadin."

Sîbel Yîgîtalp anî ziman, li hemberî her şêwe gef, zext, bê av û bê elektrîk hiştinê jî şêniyên taxên Lalebey û Alîpaşayê bi israr in ku cih û warên xwe neterikînin bang li hikumetê kir ku dev ji polîtîkayên xwe yên kapîtalîst, rant û tekparêziyê berde.