CEDEAO 8 roj wext da darbekarên li Maliyê

Di 18’ê Tebaxê de darbekaran li Maliyê dest danîbûn ser rêveberiyê. Welatên cîran diyar kirin ku ji bo rêveberî têkeve destê sivîlan wan 8 roj dane.

Li Maliyê ya ku yek ji bajarê Efrîkaya Rojava ye, darbekarên di nav artêşê de dest danîbûn ser rêveberiyê û Şemiya borî tevî partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl ji bo avakirina hikumeta demdemî muzakere dabûn destpêkirin.

Koma Ekonomîk a Dewletên Efrîkaya Rojava (CEDEAO) ya ku Malî jî endamê wê ye daxuyaniyeke hevpar da û ji bo hikumeta demdemî 15’ê Îlonê wext da. Daxuyanî li Nîameyê ya ku paytexta Nîjerê hate dayin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin heke rêveberî dewrî sivîlan neyêkirin wê gelek zext werin destpêkirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser vî tiştî ku wê girtina sînoran, ambargoya bazirganî û malî jî di nav de gelek zext werin rojevê.