Cebraîl Gunebakan li Saarbruckenê hat bîranîn
Endamê SGDF Cebraîl Gunebakan ê di êrîşa 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Saabruckenê hat bîranîn.
Endamê SGDF Cebraîl Gunebakan ê di êrîşa 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Saabruckenê hat bîranîn.
Endamê SGDF Cebraîl Gunebakan ê di êrîşa 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Saabruckenê hat bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)/Saarlandê ve hat organîzekirin û li lokala Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd li Saarbruckenê hat lidarxistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, merasîma bi beşdariya hejmareke zêde ya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan destpê kir.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li merasîmê axaftin hat kirin û hat ragihandin ku komkujiya li Pirsûsê ji aliyê dewleta Tirk bi xwe ve hatiye organîzekirin û DAIŞ di vê komkujiyê de weke amûrekê hatiye bikaranîn. Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi vê komkujiyê re xwestiye mesajekê bide mirovên enternasyonalîst ên pişgiriyê didin Rojava û Kobanê.
Di axaftina li ser navê ESP'ê de ji bo ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin hat ragihandin ku ji bo bi şiyara 'Me li Kobanê bi xwişk û birayên xwe yên Kurd re li heman çeperê şer kir, Kobanê ji barbarên DAIŞ'ê rizgar kir, em ê bi hev re ava bikin' xwestine derbasî Kobanê bibin. Qiseker diyar kir ku bi vê yekê re hatiye xwestin peyamek ji cîhanê re bê dayîn û destnîşan kir ku bersiva herî baş a li vê komkujiyê, meşa di rêya van ciwanan de ye.
Xalê Cebraîl Gunebakan Mehmet Gunebakan jî di axaftina xwe de jiyana Cebraîl vegot û got, "Beşeke mezin a vî temenê biçûk ê wî bi têkoşînê derbas bû. Di temenê zarokatiyê de têkoşîn nas kir. Di 17 salî de ket girtîgehê û rûyê îşkencekar ê TC dît. Çend caran ji êrîşan bi birîndarî filitî. Li dijî çeteyên zilmê li gel dike, têkoşiya. Jiyana xwe ya kurt bi awayekî dagirtî jiya. Ya ku dikeve ser milê me jî dilsoziya bi bîranîna wî re ye."
Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana Cebraîl Gunebakan û qîrîna dirûşmeyên ji bo hemû cangoriyan, bi dawî bû.