CDK-F: Em tevlî meşên Kobanê bibin
CDK-F: Em tevlî meşên Kobanê bibin
CDK-F: Em tevlî meşên Kobanê bibin
CDK-F’ê ji bo çalakiyên 1’ê Mijdarê yên ji bo Kobanê banga tevlîbûna meşan kir.
Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji bo Kobanê û mirovahiyê em tevlî meşa cîhanê ya li dijî DAIŞ’ê bibin.
CDK-F’ê da zanîn ku êrîş û komkujiya DAIŞ’ê ya li ser gelê Kurd didome û wiha pêde çû: “Kobanê hê di bin dagirkirinê de ye, jin û mêrên Kurd bi hovîtiyeke mezin tên qetikirin. Zarokên Kurd hê bi birçîbûnê re rû bi rûne. Kobanê hê di nava lepên çeteyên hov de ye.
Lê tevî hemû êrîşan gelê Kurd bi berxwedaneke mezin têdikoşe û jin û mêrên gelê Kurd tevî hemû bêderfetiyan Kobanê diparêzin. Ev 47 roj e bênavber têkoşîn tê dayîn û her roj zarokên Kurd jiyana xwe dest didin.
Ji bo parastina axa xwe berxwedanek mezin nîşan dane û li cîhanê bihêz hatin pêşwazîkirin. Hemû gelan berxwedana gelê Kobanê wek berxwedana xwe dîtine û xwedî lê derketine.
Xwediyên xelata Aştiyê ya Nobelê û sedan kesî bang kir ku 1’ê Mijdarê roja piştevaniya ji bo Kobanê bê îlankirin. Li ser vê yekê di vê rojê de wê li her derê çalakî pêk bên û ji bo alîkariya şervanên YPG û YPJ’ê bang bê kirin.”
Di daxuyaniyê bang li hemû kesî hat kirin ku roja piştevaniya Kobanê li qada Bastîler a Parîsê bên cem hev.