CDK-F’ê, li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê banga tevlîbûna çalakiyan kir
CDK-F’ê polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kir, banga tevlîbûna gel li çalakiya ku wê 8’ê Tebaxê li Qada Rêoublique bê lidarxistin kir.
CDK-F’ê polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kir, banga tevlîbûna gel li çalakiya ku wê 8’ê Tebaxê li Qada Rêoublique bê lidarxistin kir.
CDK-F’ê polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kir, banga tevlîbûna gel li çalakiya ku wê 8’ê Tebaxê li Qada Rêoublique bê lidarxistin kir.
Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa (SDK-F) nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin da û banga tevlîbûna çalakiyên wê di 8’ê Tebaxê de bêne lidarxistin kir.
CDK-F’ê bal kişand ser êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Gelê Kurd, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şoreşa Rojava û li hemberi şoreşgeran. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “AKP, Recep Tayyîp Erdogan û Dewleta Tirk a bi destê DAIŞ’ê Rojava û bi destê xwe jî Bakur û Başûrê Kurdistanê veguherandiye xirbeyekê û pêvajoya çareseriyê ji xelas kir, bi sozên sexte yên da jî erêkirina hêzên navneteweyî jî girtiye û Kurdistanê hildiweşîne.”
Di daxuyaniya ku Komkujiya Pirsûsê jî hat bi bîr xistin de hat diyarkirin ku bi derbaskirina bendê ya HDP’ê re ji aliyê AKP’ê ve şer hatiye destpêkirin.
'TECRÎDA LI SER OCALAN JI BO KURDAN SEDEMA ŞER E’
Di daxuyaniya behsa tecrîda li ser Ocalan jî hat kirin û wiha hat gotin:
“Her kes vê yekê baş dizane ku, sedema şerê herî mezin, sedema komkujiya herî mezin, sedema qirkirina herî mezin a li hemberî Kurdan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê terkî mirinê kirin. Lê eger tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hebe, şert û mercên muzakerevaniyê bike tine be, wê demê, agirbest jî, pêvajoya aştiyê jî, maseya muzakereyê jî tine ye. Heya azadiya Rêber Abdullah Ocalan û şert û mercên azad ên muzakereyê neyên avakirin kes nikare behsa agirbestê û pêvajoya çareseriyê bike.
Tecrîda li ser Rêbertiya me ji bo me Kurdan sedema şer e. Tevî ku dewleta Tirk vê yekê dizane jî, her care heman polîtîka şopandiye û tecrîda li ser Rêber Apo weke çekekê bi kar aniye. Em diyar dikin ku em vê yekê qebûl nekin, em zext û îzolasyona li ser Rêber Apo tê pêkanîn bi tundî red dikin.”
'HÛN Ê HESAB BIDIN!'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fermana komkujiya Zergelê jî ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ve hatiye dayin û wiha hat gotin, “Em weke Kurd, Sosyalîst, demokrat, rewşenbîr û her kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im ên li Fransa dijîn ji polîtîkayên girtin û qetilkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdan, sosyalîstan pêk tîne re dibêjin ‘êdî bes e’. Hûn ê bi bombekirina Kurdan, bi qetilkirina sivîlan, bi girtina sosyalîstan, bi kuştina komunîstan nekaribin bigihêjin armanca xwe. Hûn ê nikaribin serî bi me bidin tewandin. Em ji vir carek din jî bang dikin ku hûn ê hesabê komkujiya ku we îro li Silopiyayê kir jî bidin.”
‘DIVÊ 8’Ê TEBAXÊ HER KES BÊN QADA REOUBLIQUE’YÊ’
CDK-F’ê li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê, banga tevlîbûna gel li çalakiya navendî ya wê 8’ê Tebaxê di saet 16:00’an de li Qada Rêoublique bê lidarxistin kir.