CDK-F: Di 4’ê Mijdarê de em li Dusseldorfê werin ba hev
CDK-F ji bo meşa di 4’ê Mijdarê de ya li Dusseldorfê bang kir.
CDK-F ji bo meşa di 4’ê Mijdarê de ya li Dusseldorfê bang kir.
CDK-F daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ji bo çalakiya di 4’ê Mijdarê de ya li Elmanyayê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.
Li ser navê CDK-F’ê Hevserokê wê Vedat Bîngol got, “Ji bo azadiya Rêber Apo divê hemû Kurd dakevin qadan.”
Bîngol axaftina xwe wisa domand: “Tevlêbûna meş û mîtînga di 4’ê Mijdarê de ya ji bo Rêber Apo, ciwan û jinên Kurd di serî de peywir û berpirsyariya hemû gel û dostên me ye.”
Bîngol bal kişand ser nûçeyên li ser tendirustî û ewlehiya Rêber Apo û got, “Tişta ku tê jiyîn diyar dike ku, li ser Rêbertiya me êrîşek heye û em dizanin ku ev êrîş bi awayekî plankirî tê kirin. Ji ber vê jî, em her kesî vedixwînin meş û mîtînga di 4’ê Mijdarê de ya li Dusseldorfê. Divê hemû Kurdistaniyên li Fransayê berê xwe bidin Dusseldorfê.”