Çawişê pispor ê li Licê hate desteserkirin hate berdan

Çawişê pispor ê li Licê hate desteserkirin hate berdan

Rûniştvanên navçeyê ji bo protestokirina gulebarana leşkeran a li ser gel ku kesek qetilkirin û gelek kes jî birîndar kirin, rêya Amed-Çewlikê li trafîkê girtin. Piştî wê çawişê pispor ê Tîma Tevgera Taybet ê Cendirmeyan a Yetkîn Begen dema ku bi wesayîta xwe çûbû Erziromê seyahetê bi welatiyên ku rê girtibûn nîqaş kir û hatibû desteserkirin, şevê din nêzî Licê serbest hate berdan. Hate hînbûn ku, Begen li herêma navbera Lîce-Hêneyê serbest hate berdan.