Çarenûsa 170 kurdên hatin revandin ne diyar e

Çarenûsa 170 kurdên hatin revandin ne diyar e

Çarenûsa 170 kurdên ji gundê Ehrezê ya Ezaz ya Helebê yên ji aliyê komên çete yên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin ne diyar e.

170 welatiyên kurd ên ji gundê Ehrezê ya  herêma Babê ya Helebê ji aliyê komên çete yên DAIŞ'ê hatibûn revandin ne ne diyar e. Her wiha komên çete yên DAIŞ'ê li ser rêyên di navbera Heleb û Efrînê hîn direvîne û gefan li welatiyên kurd dixin da ku malên xwe terk bikin.

Duh saet di 04.30'an de 500 endamên komên çete yên DAIŞ'ê bi 55 tirmpêlan ku 30 ji wan doçka li ser bûn êrîşî gundê Ehrezê ya girêdayî Ezaz a Helebê ku şêniyên wê kurdin kirin. Hate gotin ku çeteyan di meydana gund de muxtarê gund û zarên wî îşkence kir, her wiha malên welatiyan taln kirin û 170 kes ji şêniyên gund ku zarok û jin jî dinav de revandin û birine cihekî ne diyar. Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan 12 tirmpêlên gundiyan ên bi pîvaz  û betata barkirî destserkirin.

Hate ragîhandin ku 170 welatiyên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandine ji malbatên Çawîş, Elo, Rustem, Bîrawî, Birîmo û Sixnê ne.