Careke din piştrast bû ku çavkaniya çekên çeteyan Tirkiye ye!
Careke din piştrast bû ku çavkaniya çekên çeteyan Tirkiye ye!
Careke din piştrast bû ku çavkaniya çekên çeteyan Tirkiye ye!
Bi belgeyên Neteweyên Yekbûyî û Saziya Statîstîkên Tirkiyê re careke din piştrast bû, ku çavkaniya çekên çeteyên li Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê şer dikin, Tirkiye ye. Li gorî daneyên nivîskarê rojnameya Hurriyetê di gotara xwe de ragihand, ji meha Hezîrana îsal ve 47 ton çek ji Tirkiyê derbasî Sûriyeyê bûye.
Nivîskar Taniş bi belgeyên Neteweyên Yekbûyî û Saziya Statîstîkên Tirkiyê re careke din piştrast kir ku Tirkiye yek ji çavkaniyên çekên ji Sûriyê re tê şandine.
Nivîskar radigihîne ku di lêkolînên xwe yên li nava daneyên Neteweyên Yekbûyî yên li ser bazirganiya navneteweyî de, di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ew rastî belgeyên balkêş hatiye û got, "Dema li bazirganiya "çek û muhîmatan" a li qada navneteweyî bi koda '93' tê destnîşankirin were temaşekirin, tabloyeke balkêş derdikeve holê. Li gorî van daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji Hezîrana sala 2013'an û vir ve ji Tirkiyê, 47 ton çek û muhîmat ji Sûriyeyê re hatiye şandin."
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji Tirkiyê di meha Hezîranê de 3.6 ton, di meha Tîrmehê de 4.4 ton, di meha Tebaxê de 10 ton û di meha Îlonê de jî 29 ton çek û muhîmeta derbasî Sûriyeyê bûne.
Nivîskar Taniş diyar dike ku li ser vê yekê ew li malpera Saziya Statîstîkên Tirkiyê (TUÎK) van daneyan lêkolîn dike û ew daneyên hîn bêtir aktuel ên li ser bazirganiya çekan di TUÎK'ê de lê rast tê. Nivîskar her wiha destnîşan dike ku ew ji Gumrukê piştrast dike ku çavkaniya rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser mijarê TUÎK bi xwe ye.