Çapemeniya cihanê cihek girîng da rizgarkirina Til Koçer

Çapemeniya cihanê cihek girîng da rizgarkirina Til Koçer

 Nûçeya rizgarkirina bajaroka Til Koçer a Rojavayê Kudistanê di rojeva ajans û telefizyonên erebî û navnetewî debû.

Piştî ku hêzên YPG'ê rizgarkirina bajaroka Til Koçer ragîhandin û wekî nûçeya lezgîn hat weşandin. Nûçe di saziyên çapemeniyê yên erebî û ajansên cîhanî yên navdar de jî belav bû. Nûçeya rizgarkirina Til Koçer bi ser nûçeya "şervanên kurd herêmeke noqteyek sînor ji destê komên îslamî derxist", di ajansa Ruterse de hate ragihandin, her wiha Ajansa Ferensî AFP nûçe bi sernûçeya "Piştî şerên dijwar li dijî cîhadiyan,şervanên kurd dest danîn ser deriyê Til Koçer " weşand.  Di herdû nûçeyan de jî hate destnîşankirin ku komên çete dixwazin di riya Deriyê Til Koşer re bi alîgirên xwe yên li rojavayê Îraqê re di nava peywendiyê debin.

Çapemeniya erebî jî cihekî girîng daye nûçeyê. Çavdêriya Mafê Mirovan a muxalefetê di malpera xwe ya fermî decihekî berfireh daye nûçeye. Telefezyonên bi zimanê erebî weşanê dikin ên mînaCNN erebî, skynews Arabia, El-Jezîre, Erebiyê, Firans 24, Meydîn, BBC arabe, RT û gelek tilefizyonên din jî  cih dane nûçeyê. Hin telefizyonan bi bernameyên taybet mijar bi mêvanan re şîrove kirin.