'Çapemeniya alîgir' Reşît û Veysel kirin PKK'yî
'Çapemeniya alîgir' Reşît û Veysel kirin PKK'yî
'Çapemeniya alîgir' Reşît û Veysel kirin PKK'yî
Li Geverê Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên bi gulleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan tevî ku tê zanîn karkerên sanayiyê ne jî çapemeniya nêzî hikûmetê ew kirin PKK’yî û bûyer wek “Êrîşî nuqteya polîsan kirin” da.
Cenazeyên Reşît Îşbîlîr û yê biraziyê wî Veysel Îşbîlîr ku li morga nexweşxaneyê ji bo otopsiyê tên rawestandin, ajans û rojnameyên nêzî hikûmetê ji bo bûyerê berevajî bikin ketin nav tevgerê. Di serî de Ajansa Nûçeyan a Cîhan û sîteya înternetê ya rojnameya Yenîşafak bûyer wek “Êrîşa li dijî polîsan” da. Cîhan, gullebarandina polîsan ku nedît got, “Bi çekên lûledirêj êrîşî polîsan kirin”, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane jî “Her du kesên ku jiyana xwe ji dest dane qeyda wan di rêxistina terorê ya PKK’ê de heye” nîşan da.
Sîteya înternetê ya rojnameya Yenîşafak jî bûyer berevajî kir û wek, "Li hember nuqteya polîsan êrîş” da.
Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane li hember “çapemeniya alîgir” a bûyerê berevajî dikin nerazîbûn nîşandan. Malbata Îşbîlîr diyar kir ku Reşît Îşbîlîr (35) ap û Veysel Îşbîlîr (34) birazî, li sanayiyê dixebitin.