Cangoriyên qetlîama Maraşê hatin bibîranîn
Ji bo cangoriyên Qetlîama Maraşê çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin.
Ji bo cangoriyên Qetlîama Maraşê çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin.
Bi wesîleya salvegera 41’emîn a Qetlîama Maraşê, çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin. Bi sedan kes li qada nexweşxaneyê ya li Taxa Yoruk Selîm a Maraşê kom bûn, cangoriyên qetlîamê bi bîr anîn û heta Cemxaneya Erenleran meşiyan.
Nûnerên sazî, komele û federasyonên Elewiyan, parlementerên HDP’ê Zeynel Ozen, Kemal Pekoz û Semra Guzel jî tevlî çalakiya bibîranînê bûn.
Li ser navê komîteya amadekar Serokê Komeleya Çandê ya Erenler, Muslum Îbîlî axivî û got ku “Vê qetlîama ku li Maraşê hatiye kirin, sûcekî mirovayetiyê ye. Yên ku naxwazin bibin şirîkên vê qetlîamê divê vê qetlîamê şermezar bikin.”
Li ser navê saziyên Elewiyan jî Huseyîn Guzelgul got ku, “Dewlet ji bo hincetên faşîzma 12’ê Îlonê ava bike, di sala 1978’an de dest bi qetlîaman kir.”
Parlementerê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî diyar kir ku ji Qoçgirî û vir ve qetlîam didome û got ku “Divê hesabê van qetlîaman were pirsîn.”