Cangoriyên komkujiya Dersimê hatin bibîranîn
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê kesên di komkujiya Dersimê de hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê hatin bibîranin.
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê kesên di komkujiya Dersimê de hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê hatin bibîranin.
Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan ya Rotterdamê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Têkildarî komkujiya Dersimê di merasîmê de sînevîzyon hate nîşandan û Hevserokê DEM-NED’ê Engîn Yûrtsever axivî û got; “Ev komkujî ne tenê li dijî gelê Dersimê bû, komkujiyek li dijî neteweya Kurd bû.”
Yûrtsever diyar kir ku îro bi PKK’ê yekîtiya Kurd çêbûye û wê gelê Kurd bi ser bikeve.
Merasîm piştî axaftinan bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.