Çalakiyên piştgiriyê yên bi berxwedêrên girtîgehan re li Ewropa didome

Li bajarê Bellînzona yê Swîsreyê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hate destpêkirin û li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî çalakiyên ji beriya niha destpê kiribû didomin.

BELLÎNZONA

Kurdistaniyên ku li bajarê Bellînzona yê Swîsreyê dijî, bi armanca piştgirîkirina çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê ya li zindanan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Bi beşdariya 30 kesan li ser rêya stasyona navenda Bellînzona Kurdistaniyan greva birçîbûnê ya 3 rojan dan destpêkirin, radyo û televîzyonên Swîsreyî jî eleqeyk mezin nîşanî çalakiyê dan.

Çalakgeran daxuyaniyek da û got: “Divê dawî lihevkariya AKP/MHP’ê ya di bin rêveberiya Erdogan de ku li dijî gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Dawî li pêkanînên dijmirovane yên li ser girtiyên ketine greva birçîbûnê di dawî bikin, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Bang li raya giştî ya Swîsreyê hate kirin ku li dijî kiryarên faşîzma Erdogan hişyar bin.” Serdana Kurdistanî û dostên wan ên ji bo çalagerên çalakiya greva birçîbûnê didome.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransa çalakiya bi armaca piştgirîkirina berxwedêrên greva birçîbûnê ya li girtîgehênb Tirkiyeyê û Kurdistanê ku li Qada Cenebîerre hate lidarxistin didome.

Di çalakiyê de, têkildarî daxwaz û şert û mercên girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurditanê belavok hatin belavkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku gelên cuda yên li Marsîlaya dijîn û çapemeniyên herêmî eleqeyk mezin nîşanî wan dane, Kanala Fransa TV3’ê jî çalakger ziyaret kirine û ji bo armaca wan rabigihîne piştgiriya wan kiriye.