Çalakiyên li Zurîch û Frankfûrtê bi mîtîngan qediyan
Çalakiyên konê agahdarkirinê yên li Zurîch û Frankfûrtê hatin lidarxistin, bi mîtîngan bi dawî bûn.
Çalakiyên konê agahdarkirinê yên li Zurîch û Frankfûrtê hatin lidarxistin, bi mîtîngan bi dawî bûn.
Çalakiyên konê agahdarkirinê yên li Zurîch û Frankfûrtê hatin lidarxistin, bi mîtîngan bi dawî bûn.
ZURÎCH
Çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza berdana girtiyên siyasî yên li Elmanyayê li Zurîchê hat lidarxistin, bi mîtîngekê qediya.
Di vê çalakiya ku 5 rojan dewam kir de, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û neheqiya li siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne tên kirin de, bi hezaran belavok hatin belavkirin.
Çalakiya ku ji aliyê rêxistinên çep û jiann ve hat lidarxistin, duh bi mîtîngekê qediya.
FRANKFÛRT
Çalakiya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî, çalakiya ji 22'ê Hezîranê û vir ve tê lidarxistin bi mîtîngekê qediya.
Di nava 10 rojan konê agahdarkirinê li gelek cihên Frankfûrtê hat vedan û endamên Navendên Civaka Demokratîk û Meclîsên Jinan ên li Frankfûrt, Hanaû, Offenbach û Darmstadtê nobed girtin.
Çalakiya nobedê ya 10 rojan duh li Kaîserplatzê bi mîtîngekê qediya. Komek ji faşîstan hewl dan di dema vê mîtîngê de provokasyonê çêbike, lê Kurdistaniyan rê nedan provokasyonê.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hevseroka NAV-DEM a Hessenê Vîldan Dîrîk axivî.
Dîrîk da xuyakirin, ku wan daxwazên ji bo azadiya Ocalan û agahiyên li ser komkujiyên çeteyên AKP'ê li Kurdistanê dikin, bi raya giştî ya Elman re parve kirine.
Ji Desteya Rêveber a YJK-E Delal Yaman jî banga xwedîderketina li Licê û kampanya malbata xwişk-bira kir.
Mîtîng piştî xwendina belavokê bi dawî bû.