Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo berxwedana li zindanan dewam dikin
Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de ne, Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê çalakî lidar xistin.
Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de ne, Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê çalakî lidar xistin.
Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de ne, Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê çalakî lidar xistin.
CIWANAN LI STRASBOÛRGÊ ÇALAKÎ LIDAR XISTIN
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad, bi dehan Kurdistanî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li hev civiyan. Kurdistanî ji vê derê dest bi meşê kirin û heta Stasyona Trenê ya Navendî meşiyan.
Endamên Ciwanên Azad ên Jin û Ciwanên Azad diyar kirin, grevên birçîbûnê yên li zinandan ji ber polîtîkaya şerê qirêj ê hikumeta AKP'ê dest pê kirine û bang li raya giştî kirin, ku bi berpirsyarî rabe.
Çalakgeran ragihandin, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di asta krîtîk de ne û bêdengiya welatên Ewropayê rexne kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li ciwanan û tevahiya raya giştî dikin, ku xwedî li berxwedana li zindanan derkevin û daxwazên girtiyan bidin bihîstin."
Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Mirov dimirin, lê Ewropa bêdeng e" hatin qîrîn.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li ber girtîgeha Damtor hate lidarxistin, ku siyasetmedarên Kurd Bedettîn Kavak û Zekî Eroglû lê girtî ne. Gelek Kurdistanî û Elman tevlî çalakiyê bûn.
Hevserokê Meclîsa Gel a Harbûrgê Selahattîn Irmak li çalakiyê axivî û diyar kir, ew xwedî li daxwazên mafdar ên girtiyên siyasî derdiekvin.
Irmak xwest, berî ku tiştek bi berxwedêrên di grevê de ne bê, divê daxwazên wan bi cih werin anîn û bang li dewleta Elman jî kir, ku dawî li zext û girtina siyasetmedarên Kurd bîne.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê banga 'Bibe dengê berxwedanê' hate kirin.
Meş û mîtînga li vir ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn.
Meşê ji Berlînner Platzê dest pê kir Û heta Kîrchplatzê dewam kir. Dûre mîtîngen li vê derê hate lidarxistin.
DUSSELDORF
Di çarçoveya kampanya 'Azad Bike' ya Ciwanên Azad de li Dusseldorfê ji ber HBF meşekê dest pê kir. Meşê heta Bûrgplatzê dewam kir û çalakgeran bal kişandin ser berxwedana li zindanan. Di dema çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dowîzên li ser grevên birçîbûnê hatin hildan.
KOLN
Di çarçoveya heman kampanyayê de meşa Ciwanên Azad li Ebertplatz a Kolnê dest pê kir û heta ber Dêra Domê dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji hemû girtiyan re", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", Dagirker ji Kurdistanê bicehimin" hatin qîrîn.
Di meşê de li ser ewşa girtiyê di greva birçîbûnê de ne belavok hatin xwendin û axaftin hatin kirin.
Piştî meşê li ber Dêra Domê mîtîngek hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, qisekeran dest bi axaftinê kirin û bang li civakê bi taybetî ciwanan kirin, ku têkildarî berxwedana li zindanan bi berpirsyarî rabin.
Her wiha heyetek ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi saziyên çapemeniyê û rêxistina Efûyê re hevdîtin kir û li ser grevên birçîbûnê agahî da saziyan.
MARBÛRG
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwedekarên Kurdistanê (JXK) di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê belavok belav kirin û pankart vekirin. Xwendekaran li ser pireke qelebalix a bajêr pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" raliqandin. Çalakgeran her wiha li Zanîngeha Marbûrgê belavok belav kirin û der barê referandûma 16'ê Nîsanê de ji dengdêran xwestin dengê 'NA' bidin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûttgartê, HDK Stûttgart, Platforma NA ya Stûttgartê, Abeîtskreîs Solîdarîtat/- Internatîonalîsmûs û Inîtîatîve Kurdistan li Marktplatzê mîtîngek lidar xistin û piştgirî dan grevên birçîbûnê.
Li vê derê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn û hate bibîrxistin, li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 100 girtiyên Kurd zêdeyî 50 roj in di grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger de ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê em li Ewropayê bi berxwedaneke mezin bibin dengê wan û berxwedanê geş bikin. Pêwîste em ji vê rewşa xemsar derkevin, li dijî faşîzm û êrîşan dengê xwe bidin û her kesî teşwîq bikin."
Di mîtîngê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dowîzên bi nivîsa "Hûn ê nikaribin bi NA", "Em ê dengê NA mezintir bikin, NA ji dîktatoriyê re" hatin hildan.
Her wiha şervana MLKP Rojava Roza Rênas (Medîne Ozmen) bi qîrîna dirûşman hate bîranÎn.
VIYANA
Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê, Kurdistaniyan li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîngek lidar xistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, belavokên biz imanên Elmanî û Îngilîzî yên li ser mijarê hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de her wiha bang li dengdêran jî hat kirin, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê NA bidin.
Heta dawiya çalakiyê belavokên li ser grevên birçîbûnê hatin belavkirin.