BI DÎMEN

Çalakiyên kon ên li Ewropayê dewam dikin

Çalakiyên kon ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin.

Çalakiyên kon ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ji bo azadiya Ocalan konê agahdarkirinê hat vedan. Çalakî li banda bajêr tê lidarxistin û wê heta 30'ê hezîranê dewam bike. Di vê çalakiyê de polîtîkayên qirkirinê yên çeteyên AKP'ê û tecrîda şidandî tên şermezarkirin. Çalakgerên ku di vê der barê de belavokan belav dikin, di nava xwe de heyetan ava dikin û dosyayan pêşkêşî saziyên Elman dikin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, Kurdan û dostên wan kon vedan. Di çalakiya li meydana Monnaîe de, komkujiyên AKP li Sûr, Cizîr û tevahiya Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. Çalakî her roj saet di navbera 11:00-16:00 de tê lidarxistin.

PEÎNE

Li bajarê Peîne yê Elmanyayê, çalakiya kon a 3 roj in dewam dike, wê îro biqede. Çalakî her roj saet di navbera 12:00-18:00 de li ber Dêra Jakobî tê lidarxistin û heta niha gelek belavok hatine belavkirin.

KOLN

Konê agahdarkirinê yê bi heman armancê li bajarê Elmanya Kolnê hatiye vedan, di roja çaremîn de ye. Çalakî duh ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Durenê hatin ve dewr hat girtin. Rojane bi sedan kes tên serdana vî konî û çalakî êvarê vediguhere mîtîngê. Elman û tûrîst jî eleqeyeke mezin nîşanî vê çalakiya li meydana Dêra Domê ya dîrokî didin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, terora dewleta Tirk a li bajarên kurdistanê, kampanya lîncê ya li hemberî wekîlên HDP'yî tên şermerzarkirin. Çalakî wê saet di navbera 18:00-21:00 de dewam bike. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê kir.

...