Çalakiyên kon ên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarên Essen, Hannover, Sydney û Melboûrne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, kon hatin vedan.

ESSEN
Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Elmanyayê dijîn, ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û şermezarkirina komkujiyan beşdarî çalakiya nobedê bûn. Çalakî wê heta 30'ê Hezîranê dewam bike û bi mîtîngekê biqede.
HANNOVER
Li bajarekî din ê Elmanyayê Hannoverê, çalakiya kon a li ser banga KCDK-E berî hefteyekê hat destpêkirin, bi dawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de li meydana Stasyona Trenê ya Navendî mîtîngek hat lidarxistin. Berdevkê NAVD-DEM ê Hannoverê di axaftina xwe ya li vir de got, "Heta Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin." Di dawiya çalakiyê de ji bo bîranîna Halîm Dener a 30'ê Hezîranê saet di 18:00 a li Hannover Steîntorê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin. Dener beriya niha bi 22 salan ji aliyê polîsê Elman ve di dema daliqandina afîşê de hatibû qetilkirin.
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya rojekê ya kondanînê hate organîzekirin. Ji bo çalakiya kondanînê ya li City Town Hall Square, eleqeyek mezin a Awûstraliyan hebû.
Ji bilî rêveberên NAV-KURD'ê, nûnerê KNK'ê, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û dostên Kurdan ên Awûstralyayî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de gelek belavokên bangê li raya giştî ya demokratîk, hikûmetên Ewropî, Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Awûstralya dike hatin belavkirin. Dîsa di çalakiyê de bi navên "Hevpeymana qirêj a bi Tirkiyeyê bi dawî bike", "Nebin hevparên vî sûcî", "Nirxên demokratîk biparêzin" gelek îmze hatin berhevkirin.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî, çalakiya li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Vîctorya ve hat lidarxistin, piştî du rojan bi beşdariyeke girseyî qediya. Awûstralyayiyan eleqeyek mezin nîşanî çalakiya li ber pirtûkxaneya dewletê ya li navenda Melboûrne Cîty dan. Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin û bang li hikûmetên Ewropa, Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Awûstralyayê hat kirin bi berpirsyarî rabin.