Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hîldesheîm, Munchen, Amsterdam, Viyana û Stockholmê dewam dikin. Çalakiya li Viyanayê bû hedefa êrîşa faşîstan.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hîldesheîm, Munchen, Amsterdam, Viyana û Stockholmê dewam dikin. Çalakiya li Viyanayê bû hedefa êrîşa faşîstan.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, konê ji bo agahdarkirinê her roj saet di navbera 14:00-18:00 de tê vedan, duh di roja sêyemîn de bû. Di vê çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve tê organîzekirin de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Çalaker der barê rewşa dawî ya Ocalan û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne de, agahiyê didin raya giştî.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo bal were kişandin ser tecrîda li ser Ocalan, kon hat vedan. Li ser çalakiyê Hevserokên Meclîsa Gel Zafer Karagol û Taybet Acar daxuyaniyek dan û gotin, "Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Heta ku Serok Apo azad bibe wê çalakiyên me bidome. Em bang l her eksî dikin ku tevlî çalakiya me bibin. Çalakî her roj li Schurtzenstrasseyê saet di navbera 16:00-19:00 de tê lidarxistin." Di du rojên destpêkê yên vê çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Çalakî wê 8 rojan dewam bike.

VIYANA

Konê bi heman armancê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatiye vedan, bû hedefa êrîşeke koma faşîst. Tevî hemû hewldanên provokatîf ên faşîstan jî, çalakgerên li Stephansplatzê çalakiya xwe dewam kirin. Faşîstên pê hesiyan ku nikarin tiştekî bikin, bi du alên tirk ketin nava kon. Li ser vê yekê çalakgeran xwe parastin û dest li êrîşkaran werdan. Çalakî her roj ji saet 12:00 û pê ve tê lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hemberî êrîşên AKP'yiyan hişyarî da.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, konê li Leîdsepleînê hatiye vedan, di roja duyemîn de ey. Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Flamanî û Îngilîzî hatin belavkirin. Çalakger raya giştî li ser armanca çalakiya xwe agahdar dikin.

STOCKHOLM

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, çalakiya xwe ya beriya çar rojan dabûn destpêkirin, bi xwepêşandanekê qedandin. Di xwepêşandana li Meydana Medborgarplatsenê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cenan Karaer peyivî û diyar kir, ji bo sekinandina operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê ji niha û pê ve jî xebatên xwe zêde bikin. Kurdistaniyan her wiha hezar îmzeyên di dema çalakiya xwe de dan hev wê radestî Parlamenta Swêdê bikin.

...