Çalakiyên 1'ê Gulanê
Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya Kedkaran dest pê kirin.
Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya Kedkaran dest pê kirin.
Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya Kedkaran dest pê kirin.
ÎZMÎR: Li navçeya Alîaga ya Îzmîrê karkerên li pêş kampusa PETKÎM'ê kom bûn, kar rawestandin û li pêş febrîqeyê li hev civiyan. Karkeran bê navber dirûşmên "Bijî 1'ê Gulan" û "Em karker in mafdar in em ê bi ser bikevin" qîriyan û dowîz û pankartên têkildarî 1'ê Gulanê vekirin. Karker li navçeyên Karşiyaka, Buca, Çigli û Bornova yên Îzmirê jî ji bo 1'ê Gulanê piroz bikin li hev kom bûn. Karker wê li qadên Konak, Cumhuriyet û Bendera Alsancakê ku Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê diyar kiriye kom bibin. Karker îsal wê bi daxwaza "Bila tazmînata kidemê bê dayîn" çalakiyan pêk bînin û bixwazin pêkanênên Rewşa Awarte rabin. Beriya karker 1'ê Gulanê piroz bikin polîsan li qada Konak, Cumhuriyet û Alsancakê bend danîn û derdora qade ji niha ve pêçan e. Karker di kontrolê re derbasî qadê dibin.
MANÎSA: Li Manîsayê jî karker û kedkaran bi heman armancê li pêş Sultan Onu kom bûn. Karker û kedkarên di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê de li hev civiyan, bê navber dirûşmên "Bijî biratiya gelan, "Ne şer ji kedkaran re butçe û "Yekîtiya karkeran wê sermayeyê têk bibe" qîriyan. Karker piştî civînê wê bimeşin.
AYDIN: Li Aydinê jî karker wê bi heman armancê di pêşengiya CHP, HDP, EMEP'ê de saet di 13.00'an de li qada bajar kom bibin û pîrozbahiyê pêk bînin.
STENBOL: Li meydana 1'ê Gulanê ya li Bakirkoyê, karker û rêxistinên jinan bi kortejan dimeşin û pankarta bi nivîsa "NA bi ser ket. Em nas nakin" hat vekirin. Li Zîncîrlîkûyû ya Stenbolê, welatiyan xwestin xwe bigihînin Taksîmê. Lê belê polîsan bi fîşekên plastîk û gaza îsotê ya çavan dişewitîne, dest li welatiyan werdan.
Gelek komên siyasî, ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê berê xwe dan Meydana Taksîmê. Lê belê polîsan li gelek nuqteyan êrîşî girseya gel kirin. Ji Platforma Yekîtiya Têkoşînê Pinar Kara û Gamze Iyîdogan hatin binçavkirin. Endamên ESP, Kaldiraç, Yekîtiya Têkoşînê, anarşîst, karkerên înşaetê û partiyên sosyalîst û çep li ber Stasyona Metro ya Gayrettepeyê li hev civiyan û berê xwe dan Taksîmê. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin û li vê derê gelek kes binçav kirin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî ji aliyekî din ve hewl da xwe bigihîne Taksîmê. Li Beşîktaşê jî endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP) bû hedefa êrîşa polîsan. 25 endamên HKP hatin binçavkirin. Li Bûlvara Barbarosê 15 kesên dixwestin xwe bigihînin Taksîmê hatin binçavkirin.
ENQERE: Li Enqereyê, biryar hate dayîn ku li Meydana Kolej û tandoganê 2 mîtîng werin lidarxistin. Li benda kontrolê ya Cebecîlerê kontrolê dest pê kir.
AMED: 1'ê Gulanê wê li Amedê li meydana 5'ê Hezîranê were pîrozkirin. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hate kirin.