Çalakiya Pênçşema Reş di hefteya 155’emîn de ye
Çalakiya Pênçşema Reş di hefteya 155’emîn de ye
Çalakiya Pênçşema Reş di hefteya 155’emîn de ye
Li navçeyên Pirsûs, Qoser, Dêrik, Peyas, Wêranşar, Wan, Elbak û Erdîşê çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Îmraliyê hatin şermezarkirin û xwestin ku hikûmet dawî li vê helwesta xwe ya aloziyê berde. Disa di çalakiyan de piştgiriya xwe ya Rojava anîn ziman û xwestin operasyon bi dawî bibin.
Di çarçoveya çalakiya Pencşema Reş de li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê yên Rihayê, navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê, navçeya Peyasa Amedê, Wan û navçeyên Elbak û Eganîsa Erdîşê yên Wanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de helwest û sekna hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin û ji Serokwezîr Erdogan hat xwestin ku samîmî û ji dil tev bigere.
Çalakiya Pencşema Reş li navçeya Pirsûsa Rihayê li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Di çalakiyêde rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Nûnerê Genel-îşê yê Pirsûsê Bekîr Koştî, diyar kir ku di bin navê doza KCK'ê de bi hezaran siyasetmedarên kurd hatine girtin û di navde gelek şaredarên BDP'î hene.
Koştî xwest şaredar û siyasetmedar serbest bên berdan û êrîşa polîsan a li navçeya Wêranşarê li dijî jinan pêk hat jî şermezar kir.
Li navçeya Qoserê jî çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Qaredariya Qoserê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'a Qoserê, endamên meclisê û xebatkarên şaredariya Qoserê, rêveberên KURDÎ-DER, KESK, DÎSK, û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Bila operasyonên syiasî û leşkerî bi dawî bibin, bila şaredar serbest bên berdan" hat vekirin. Sekreterê Gişti yê Konseya Bajar Aslan Başboga, diyar kir ku nêzî mehekê di ser komkujiya 3 jinên kurd re mehek derbas bû, lê hêj kujer nehatine ditin û ev jî nîşaneya komploya navneteweyî ye."
Li navçeyen Peyas, Dêrik, Wêranşar, Wan, navçeyên Eganîsa Erdîşê û Elbakê jî bi heman armancê li ber avahiyên şaredariyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de endamên meclisên şaredariyan, personelên şaredariyan, rêveberên BDP'ê amade bûn. Li Wanê jî Parlamenterên BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê BDP'a Wanê Musa Îtah, Wekîlê Şaredariya Wanê Sabrî Abî, gelek kesên din amade bûn. Kom li ber Mavî Plaza kom bûn û heta Kolana Komarê meşiyan. Komê di meşê de wêneyên Şaredar Bekir Kaya vekir û bê navber sloganên "Girtî rûmeta me ne" û "Zext me bêzar nakin vekirin.
Di çalakiya Wanê de Parlamanterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku gel her tim li siyasetmedar û rêberên xwe xwedî derketiye û dê ji niha û şûnde jî li siyasetmedar û rêberên xwe xwedi derkevin. Uçer, 15'ê Sibatê jî şermezar kir û wiha got. "Birêz Abdullah Ocalan li Ewropayê ji ber rasti îxanetê hat, ji aliyên hêzên navneteweyî ve bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê. 14 salin Birêz Ocalan li Îmraliyê tê girtin. Her kes ba dizane ku 14 salin li Îmraliyê ji bo aştiyê têdikoşe. Serokwezîr Erdogan, li ser navê Birêz Ocalan diaxive. Divê berdin bila Birêz Ocalan bi xwe biaxive. Divê ew bi xwe vê peyamê bide. Li aliyekî çiyayên Kurdistanê bombe dike, li aliyê din dixwaze li gorî xwe hevdîtinan bike ev ne pêkan e. Divê komkujiya 3 jinên kurd a li Parîsê jî bê ronikirin."
Di hemû çalakiyan de piştî daxuyaniyê çalakiyên rûniştinê ya 5 deqîqeyan hatin lidarxistin û kom belav bûn.