Çalakiya li Sidneyê: Divê demil dest dawî li tecrîdê were

Kurdistaniyên li Sindeyê li dijî tecrîdê û ji bo piştgirî dayînagirtiyên li girtîhehan, çalakî lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li bajarê Awûstûralya Sidneyê dijîn, bi armacan piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên girtiyên di girtîgehan de, çalakiyek lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ku li Qafa Opera House a Sidneyê li hev civiyan, belavok belavkirin.

Kenalên netewî yên welat, SBS û Qenal 7 jî çalakî bi eleqeyekî mezin şopandin.

Li ser navê Komîteya Amadekar daxuyanî ji aliyê Gulfer Olan û Suleyman Bîngol ve hat xwendin û wiha tê gotin: "Rêveberiya Erdogan bi hevkartiya AKP-MHP'ê pêwîste operasyonên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî lê bîne. Dawî li zext û êrîşên li ser girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne bîne. Pêwîste daxwazên girtiyan werin qebûlkirin."

Di dawiya daxuayniyê de wiha hat gotin: "Li dijî faşîzma Erdogan em bang li raya giştî ya Awûstûrlaya dikin ku bi hestiyar bin."