BI DÎMEN

Çalakiya Hannoverê ya piştgiriyê hate bi dawîkirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hannoverê hate bidawîkirin, a ku ji bo piştgiriya berxwedêrên zindanan hatibû destpêkirin.

 

 

Li bajarê Hannoverê ya Elmanyayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 14’ê Nîsanê de roja Şemiyê li Qada Steîntorê bi beşdariya 17 kesan dest pê kiribû, li ser banga KCK’ê îro bi daxuyaniyekê hate bidawîkirin.

Çalakvanên ku ev 6 roj e çalakiya piştgiriyê didomandin gotin ku: “Em spasiya xwe ji dost û gelên xwe yên Hannoverê û ew kesên beşdarê çalakiya me bûn re dikin, a ku ji bo girtiyên Tirkiyeyê û Kurdistanê hatibû destpêkirin. Li ser banga KCK’ê em jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Em heta dawiyê li cem Serokatiya xwe û hevalên xwe ne, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dibe ku me îro çalakiya xwe bi dawî kiribe, lê em ê têkoşîna xwe heta serkeftinê bidomînin.”