Çalakiya bo piştgiriya parqa Gezî veguherî xwepêşendanên nîjadperest!
Çalakiya bo piştgiriya parqa Gezî veguherî xwepêşendanên nîjadperest!
Çalakiya bo piştgiriya parqa Gezî veguherî xwepêşendanên nîjadperest!
Protestoyên Parqa Gezî ya li Nevşehîrê veguherî xwepêşedanên nîjadperest. Xwendekarên sosyalîst Û kurd yên tevli çalakiyê bûn, bi hinceta sirûda îstîklalê nexwendine, ji aliyê weşanên herêmî ve hedef hatin nîşandan. Xwendekarên îtîrazê dirûşmeyên nîjadperest dan û ji aliyê komên faşîst-ulkucu û TGB’î ve hatin prostestokirin.
Protestoyên Parqa Gezî didome. Lê li hinek herêman aliyên nîjadperest xwepêşedanan ji demokratîkbûnê dur dixin û dijminahiya li dijî kurdan gur dikin.
Li Nevşehîrê aliyên nîjadperest ku xwestin tevlibûna xwendekarên kurd û sosyalîst tevli çalakiyan nebin, sirûda îstîklalê ferz kir. Her wiha xwestin ku dirûşmeya ‘Em leşkerên Mustafa Kemalin’ bê berzkirin. Xwendekarên îtîrazê vê kirin jî wek ‘xayînên welat’ hatin hedef girtin.
Çapemeniya herêmî jî agahiyên xwendekaran yên kesane û wêneyên wan nîşan dan û kirin hedef.
ÇALAKÎ BO PARQA GEZÎ NEHAT KIRIN
Xwendekarekî kurd yê Zanîngeha Nevşehîrê ji ANF’ê re axivî û got wan jî xwestiye ku piştgiriyê bidin çalakiyê û wiha pê de çû: “Em ji navçeya Avanosê tevli bûn. Piştre me got ger propagandayên partiyê neyê kirin em dê tevli çalakiya navendê bibin. Rayedaran jî di vê miajrê de temînat dan me. Gotin dê pêşî li tiştên wisa bigirin. Lê bi destpêkirina meşê re dirûşmeyên nîjadperest hatin avêtin. Yekitiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) alên tirk derxist. Me xwendekarên kurd jî bertek nîşanê vê. Em ji qadê derketin. Meş ji armanca xwe hat durxistin.
DI MEGAFONÊ DE NÎJADPERESTÎ
Piştre komên nîjadperest yê çalakiyê hatin qada ku xwendekarên kurd lê bûn. Bi megafonê gotinên nîjadperest gotin. Em jî xwest em mudaxale bikin. Me megafon ji destê wan girtin. Roja din di çalakiyê de xwestin sirûda îstîklalê bê xwendin. Me xwendekarên kurd jî biryara veqetînê girt."