Çalakiya birçîbûnê ya li Tîpa F destpêkir di roja 16’an de ye

Çalakiya birçîbûnê ya li Tîpa F destpêkir di roja 16’an de ye

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger beriya niha 16 roj li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê destpêkir hêj didome. Ji bo dawî li çalakiya birçîbûnê bînin, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê TUYAD-DER’a Wanê Ahmet Aygun û Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Wanê Cahît Ertan çûn girtîgehê û hevdîtin bi çalakvana re kirin.

24 girtiyên ji doza PKK’ê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtî ji ber zextên heyî 13’ê Gulanê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. çalakî giha roja 16’an. Heya niha hewildanên ku ji bo bidawî anîna çalakiya birçîbûnê hatine kirin, ji ber ku daxwazên girtiyan hêjan nehatine qebûl kirin, bê encam man. Têkildarî mijarê Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê TUYAD-DER’a Wanê Ahmet Aygun û Endamê Komisyona Şopandina Girtîgehê yê Baroya Wanê Cahît Ertan, ji bo dawî li girevê bînin duh piştî hevdîtina bi Serdozgerê Komarê yê Wanê re careke din çûn Girtîgeha Tîpa F.

Di derbarê hevdîtinan de Serokê TUYAD-DER’a Wanê Ahmet Aygun wiha got: “Hewildanên me berdewam dikin. Têkildarî mijarê me hevdîtin bi rayedarên Serdozgeriya Komarê re pêkanî. Wî tiştên beriya niha ji me re gotî dubare kirin. Dozgeriyê destnîşan kir ku, daxwazên ji ber pirsgirêkên îdarê derketin dikarin çareser bikin, lê belê hinek daxwazên ku mewzûata zagonî tê dixwazin me derbaz dikin. Ji bo ew jî dest ji çalakiya birçîbûnê berdin divê pêngavên şênber bên avêtin, lê belê hêjan pêknehatiye. Em hêvî dikin ku, daxwazên wan bêne qebûl kirin û çalakiya birçîbûnê bidawî bibe. Di vê mijarê de tişta ku ji destê me tê em dikin, lê belê destpêkê pêwîste daxwazên maqûl bên qebûl kirin.”