Çalakgerên Taksîmê daxwazên ji hukûmetê re gotin
Çalakgerên Taksîmê daxwazên ji hukûmetê re gotin
Çalakgerên Taksîmê daxwazên ji hukûmetê re gotin
Endamên Platforma Taksîmê yên ji aliyê Cîgirê Serokwezîr ve hatin qebûlkirin, daxwazên xwe bi heft xalan pêşkêş kirin.
Di roja 8. a berxwedana çalakiya Parqa Gezî de, çalakger ji aliyê Arinç ve hatin qebûlkirin û li dû hevdîtinê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Platforma Taksîmê da xuyakirin ku rêveçûna bûyeran bi gavên hukûmetê ve girêdayî ye û destnîşan kir, ku wan daxwazên xwe bi heft xalan pêşkêş kirine.
Platformê diyar kir ku divê Parqa Gezî weke parqê bimîne û daxwazên xwe weha rêz kir: "Divê were eşkerekirin ku li Parqa Geziyê wê qişla topvanan neyê çêkirin, dest ji hilweşandina AKM'ê bê berdan, berpirsyarên bûyeran ji wezîfeyê werin girtin, bikaranîna bombeya gazê bê qedexekirin, binçavkirî tavilê serbest werin berdan, di serî de Taksîm û Kizilay qedexeya hemû meydanên ji bo xwepêşandan û civînan bê rakirin, astengiyên li pêşiya azadiya fikir û raman werin rakirin."