Çalakgerên Nobedê Elmanekî xwest tevlî DAIŞ'ê bibe girtin

Çalakgerên Nobedê Elmanekî xwest tevlî DAIŞ'ê bibe girtin

Li nuqteyeke sînor a nêzî gundê Mahser ê Pirsûsê, Elmanekî bi navê L.Lang ê 17 salî ku dixwest derbasî Rojava bibe û tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe, ji aiyê girseya gel a li vir nobed digirt ve hat zevtkirin. Lang radestî polîsan hat kirin û piştî malbata wî hat Pirsûsê teslîmî malbatê hat kirin û ji Elmanya re hat şandin.

L. Lang ê ji eyaleta Nordrhein Westfalyayê, roja 18'ê Cotmehê li nuqteyeke sînor a li gundê Mahser a Pirsûsê, ji aliyê çalakgerên nobeda berxwedanê ve dema hewl dida derbasî aliyê din ê sînor bibe, hat zevtkirin. Nobedarên Lang zevt kirin, ew radestî rêveberên HDP'ê kirin. Lang li xwe mukur hat ku ji bo tevlî nav çeteyên DAIŞ'ê bibe hatiye ser sînor û dema hewl dida sînor derbas bike, ji aliyê çalakgeran ve hatiye girtin. Rêveberên HDP'ê L. Lang radestî polîsan kir û piştre haya malbata wî pê hesandin. Malbat duh danê êvarê ji Elmanya hat û Lang radestî malbatê hat kirin û ji Elmanyayê re hat şandin.

DAIŞ WÊ DERFETA KUŞTINA MIROVAN BIDA MIN, LÊ HATIM GIRTIN

L. Lang ji rêveberên HDP'ê re got ku ew ji Elmanya çûye Awûstûrya, ji wir jî bi otobusê derbasû Bûlgarîstanê bûye, ji wir derbasî Stenbolê û piştre jî hatiye Dîlokê ku cihê sewqiyata endam û lojîstîkê ji bo DAIŞ'ê ye. Lang ku li ser wî hin notên ku nîşan dida ew ê tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe û nexşeyeke xeta sînor a di destê DAIŞ'ê de ye nîşan dida hat zevtkirin got, "Di çarçoveya agahiyên min ji Dîlokê bi dest xistî de, hatim Pirsûsê û dema min hewl dida ji sînor derbas bibim ji bo tevlî DAIŞ'ê bibim, hatim girtin. Ez ji mirovan nefret dikim û DAIŞ wê derfeta kuştina mirovan bida min."

AGAHÎ JI MALBATÊ RE HAT DAYÎN, JI ELMANYAYÊ RE HAT ŞANDIN

L. Lang piştre ji aliyê rêveberên HDP'ê ve radestî polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Pirsûsê hat kirin. Rêveberên HDP'ê yên Lang radestî polîsan kirin, bi telefonê xwe gihandin xwişka wî K. Lang û agahî dan wê ku birayê wê ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe hatiye Pirsûsê. Malbata L. Lang a bi bûyerê hesiya rewş ji Konsolosiya Elman re ragihand. Konsolosî ket navberê û di encamê de Lang danê êvarê ji dê û xwişka wî K. Lang a hatin Pirsûsê re hat dayîn, piştre ew birin welatê wî Elmanya.

"MALA GELÊ KURD AVA BE KU NEHIŞT KURÊ MIN TEVLÎ DAIŞ'Ê BIBE"

Dayika L. Lang li ser bûyera qewimî axivî û anî ziman ku kurê wê ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe ji eyaleta Nordrhein Westfalya hatiye Tirkiyeyê. Dayik Lang ji rêveberên HDp û gelê Kurd ê li ser sînor nobedê digirin re spas kir ku nehiştin kurê wê tevlî çeteyên DIŞ'ê bibe. Dayik Lang da xuyakirin ku kurê wê li vîdeoyên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine weşandin temaşe kiriye û bi vê bandorê biryara tevlîbûna li nav çeteyên DAIŞ'ê daye û got, "Çeteya DAIŞ'ê berê xwe dide ciwanên ji aliyê psîkolojîk ve pirsgirêkên xwe heye û bi bandora înternetê ciwan tevlî vê çeteyê dibin. Psîkolojiya kurê min jî nebaş e û di warê peydakirina hevalan de zehmetiyan dikşîn. Kurê min piraniya dema xwe di înternetê de derbas dike û bi bandora vîdeoyên DAIŞ'ê yên di înternetê de lê temaşe kir, biryara tevlîbûnê da."

Dayik Lang got, "Eger kurê min tevlî çeteya DAIŞ'ê bibûya ya wê bihata kuştin yan jî gelek mirov bikuşta" û anî ziman ku ji niha û pê ve ji bo kurê wê tevlî çeteya DAIŞ'ê nebe, çi ji destê wê bê ew ê bike. Dayik Lang ji hemû malbatên Ewropî jî xwest, ku di vî warî de hişyar bin.